Mihemed Şêxo banga serbestberdana nûnerê Rêveberiya Xweser kir

Hevserokê Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Mihemed Şêxo bang li PDK`ê kir ku çarenûsa nûnerê Rêveberiya Xweser Cîhad Hesen eşkere bike û di zûtirîn demê de wî serbest berde.

Mihemed Şêxo banga serbestberdana nûnerê Rêveberiya Xweser kir
9 tebax, 2021   00:47
HELEB – ARIF SILÊMAN

10`ê Hezîrana borî PDK`ê nûnerê Rêveberiya Xweser Cîhad Hesen û 2 nûnerên PYD`ê li Başûrê Kurdistanê revandin. Herdu nûnerên PYD`ê beriya hefteyekê hatin berdan, lê heta niha çarenûsa Cîhad Hesen ne diyar e.

Li gorî nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 7`ê Tebaxê de, wan agahiyên zelal der barê xirabûna rewşa tenduristiya Cîhad Hesen de wergirtine û got PDK berpirsa vê yekê  ye.

Hevserokê Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Mihemed Şêxo di vê derbarê de wiha got: "Gelê Kurd di pêvajoyeke hesas re derbas dibe. Divê partiyên kurdî pirsgirêk û nakokiyên xwe yên siyasî, çareser bikin. Di heman demê de parastina destkeftiyên ku gelê Kurd bikin."

Şêxo diyar kir ku revandina nûnerê Rêveberiya Xweser ji aliyê hêzên PDK`ê ve li Hewlêrê, xizmeta gelê Kurd nake û dikeve xizmeta berjewendiyên dewleta Tirk.

'PDK BERPIRSA JIYANA CÎHAD HESEN E'

Girêdayî rewşa tenduristiya nûnerê Rêveberiya Xweser Cîhad Hesen, Şêxo piştrast kir ku PDK berpirsa jiyana Cîhad Hesen e û bang kir ku rewşa wî ya tenduristî di zûtirîn demê de were zelalkirin.

Şêxo wiha domand: "Dewleta Tirk plan dike ku sûcan li dijî gelê Kurd pêk bîne. PDK jî ji bo berjewendiya xwe ya partî û malbatî fermanên wan pêk tîne."

Mihemed Şêxo bang li PDK`ê kir ku nûnerê Rêveberiya Xweser Cîhad Hesen serbest berde.

Hevseroka Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Mihemed Şêxo di dawiyê de bang li partiyên kurdî û hêzên kurdistanî kir ku kongreya neteweyî li dar bixin da ku pirsgirêk û nakokiyên xwe çareser bikin, bi yek destî parastina xaka Kurdistanê bikin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/3Mgw846_kmY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>