Pisporekî Karûbarên tevgerên Îslamî: Destê civaka navneteweyî di hebûna DAIŞ’ê de heye

Pirsporekî Karûbarên Tevgerên Îslamî û Terora Navneteweyî got, têkbirina mayînde ya çeteyên DAIŞ`ê bi destekdayîna naventeweyî ji Rêveberiya Xweser re û rêgirtina li êrişên dewleta Tirk ku têkoşîna li dijî bermahiyên DAIŞ`ê asteng dike ve, girêdayî ye.

Pisporekî Karûbarên tevgerên Îslamî: Destê civaka navneteweyî di hebûna DAIŞ’ê de heye
9 tebax, 2021   04:12
NAVENDA NÛÇEYAN- EKREM BEREKAT

Vê dawiyê tevgera çeteyên DAIŞ`ê li Sûriye û Iraqê zêde bû. Li gorî agahiyan, çeteyên DAIŞ`ê di 6`ê Tebaxê de 11 kes ji herêma Mexmûrê ya Başûrê Kurdistanê revandin, di 7`ê Tebaxê de jî 2 kesên din ji heman cihî revandin. Her wiha li Idlibê êriş pêk anîn, di encamê de herî kêm 6 endamên hêzên hikumeta Şamê û alîgirên wan, hatin kuştin.

Her du êrişên dawîn ên DAIŞ`ê li Sûriye û Iraqê nîşan didin ku ew ji nû ve refên xwe birêxistin dikin û ji qonaxa şaneyên veşartî derbasî qonaxa pêkanîna êrişan dibin.

Piştî ragihandina tunekirina DAIŞ`ê li bajarokê Baxozê yê Sûriyê di 23`ê Adara 2019`an de, çeteyên DAIŞ`ê berê xwe dan rojhilatê çemê Firatê bi taybet çolistana di navbera parêzgehên Hums û Dêrazorê de li nêzî sînorê bi Iraqê re. Li Iraqê jî li sêgoşeya mirinê “El-Mewt” bih bûn, ew herêm ji bakurê parêzgeha Diyale ya li rojhilat li ser sînorê Îranê heta başûrê Kerkûkê û rojhilatê parêzgeha Selaheldîn li bakur, berifreh e. Ew herêm bi cografiya xwe ya hişk tên nasîn, her wiha gelek gir, gelî û şikeft lê hene û DAIŞ niha ji wan herêman êrişan pêk tîne.

DAIŞ bi rêya şaneyên veşartî kuştin û revandinê pêk tînin.

Li gorî raporeke tîma çavdêriya cezayan a girêdayî NY`yî ku di 2`yê Tîrmeha borî de hatî belavkirin, “di dema heyî de li seranserê Sûriye û Iraqê zêdetirî 8 hezar çekdarên DAIŞ`ê hene. Tê texmînkirin ku DAIŞ biqasî dikare wê êrişên li dijî sivîlan û cihên din ên hêsan li Bexdayê pêk bîne, da ku raya giştî bikişîne ser xwe û hikumeta Iraqê bixe rewşeke teng.”

Di heman çarçoveyê de, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji dema bidawîbûna serweriya DAIŞ`ê di aliyê erdnîgarî de li ser herêmên rojhilatê Firatê ve, banga avakirina dadgehekê ji bo darizandina nêzî 12 çeteyên di girtîgehên xwe de dike. Her wiha bang li welatan dike ku hemwelatiyên xwe yên li kampên li herêmê vegerîne. Lê belê civata navneteweyî heta niha tevnegeriyaye. Rêveberiya Xweser teqez dike ku xeteriya wan çeteyan û malbatên wan ku zarokên li kampan li ser fikrên DAIŞ`ê yên tundraw mezin dike, roj bi roj zêdetir dibe.

‛DAIŞ HÎNA BI ŞANEYÊN XWE YÊN VEŞARTÎ Û ÇALAK HEYE’

Pisporê Karûbarên Tevgerên Îslamî û Terora Navneteweyî Munîr Edîb ji ajansa me re da zanîn ku DAIŞ hîna bi dawî nebûye û wiha got: "Serokê Amerîka yê berê di 22’yê Adara 2019’an de ragihand ku DAIŞ bi dawî bûye, lê bi dawî nebûye. Divê ev yek di ber çavan re were derbaskirin. DAIŞ hîna bi şaneyên xwe yên veşartî û çalak heye."

Edîb diyar kir ku hin rewşên navneteweyî hene dihêlin DAIŞ hebe, çalak bibe û atmosfêreke guncaw jê re were peydakirin. Hin dewletên piştevaniya vê rêxistinê dikin jê jî dewleta Tirk, atmosfêreke guncaw jê re ava dikin.

Edîb destnîşan kir ku çer ku piştgiriya dewleta Tirk ji komên teror re heye, ev çete di demeke nêz de têk naçin û wiha domand: "Çer ku hin dewlet hene piştevaniya van rêxistinên tundraw dikin, hebûna wê ji bo berjewendiyên xwe fînanse dikin, dê ev rêxistin bimînin û bandora wan li siyasetê bike. Mixabin civata navneteweyî naxwaze DAIŞ têk biçe û çav ji dewletên piştgiriya wê dikin re digire."

Edîb bi domdarî got: "Piştî dewleta DAIŞ’ê têk çû an ku demek nêzî beriya têkçûnê biçe dema me dît ew tundraw bi erebeyên ji dewletên dîtir re tên veguhastin matmayî man. DYA’yê mezintirîn dewleta li cîhanê ye, xwedî serwerî û kontrol e, lê şansên mezin dide rêxistinên tundraw ji DAIŞ’ê bigire heta bi rêxistinên herêmî ku ji Iraq û Sûriyê derkevin. Her wiha Efganistanê jî ji Talîbanê re hişt ku niha gelek herêmê kontrol kirine."

Pisporê karûbarên Tevgerên Îslamî û Terora Navneteweyî Munîr Edîb behsa armanca Amerîka ya ji piştevaniya van rêxistinan kir û ev tişt got: "Amerîka ji bo sekna li hember hevrikên xwe Çîn û Rûsya piştgiriya van rêxistinên dike û dixwaze careke din wan vejîne. Lê ev yek jî bandorê li têkoşîna li hemberî terorê dike û bandoreke neyênî li civata navneteweyî û rola wê di têkbirina rêxistina tundraw de dike."

Edîb destnîşan kir ku heke civata navneteweyî dixwaze çeteyên DAIŞ’ê bi temamî têk bibe, divê li hember dewletên ku piştgiriya wan dikin bisekine û wiha pê de çû: " Divê civata navneteweyî bi dewletên Ereb û hêzên ku li hember van çeteyan disekinin hevkar be, divê ev piştevanî di aliyên leşkerî, ewlehî û fikirî de be. Her wiha divê civata navneteweyî atmosfêra ku van rêxistinan hembêz û piştgiriya wan dike têk bibe û tu şanseke fînansekirin û xebatê nede û nêrîneke wê ya sekna li hember vê rêxistinê hebe."

‛CIVATA NAVNETEWEYÎ ALÎGIRÊ TIRKIYÊ YE, JI LEW RE ÇAVÊ XWE LI DOSYA DAIŞ’Ê DIGIRE'

Girêdayî sedema sereke ya paşguhkirina dosyaya DAIŞ’ê û malbatên wan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê civata navneteweyî ve Edîb ev tişt anî ziman: "Sedema ku civata navneteweyî di dosyaya DAIŞ’ê de piştgiriya Rêveberiya Xweser û QSD’ê nake ew e ku di êrişên dewleta Tirk ên li dijî QSD’ê de ku şerê DAIŞ’ê dike, alîgir e. Bi wê re eşkere dibe ku civata navneteweyî piştevaniya rêxistinên DAIŞ’ê dike."

‛HEKE CIVATA NAVNETEWEYÎ DI TÊKBIRINA DAIŞ’Ê DE CIDÎ BE, DIVÊ PIŞTGIRIYA RÊVEBERIYA XWESER BIKE’

Munîr Edîb di berdewama axaftina xwe de got: "Dema em dibînin civata navneteweyî dihêle dewleta Tirk êrişî QSD’ê ya ku li hember DAIŞ’ê disekine, bike eşkere dibe ku dixwaze piştevaniya vê rêxistin tundraw bike. Lê dema çav ji ser dagirkeriya Tirk a ku êrişî QSD’ê dike digire, ew bi vê yek piştevaniy DAIŞ’ê dike."

Pisporê Karûbarên Tevgerên Îslamî û Terora Navneteweyî Munîr Edîb wiha dawî li gotina xwe anî: "Heke civata navneteweyî di têkbirina çeteyên DAIŞ’ê de cidî be divê piştgiriya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike û li hember êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û QSD’ê ya li hember terorê şer dike, bisekine. Wê demê mirov dikare bibêje civaka navneteweyî hewl dide DAIŞ’ê têk bibe."

(cx-fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/6eUVBqECUyI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>