​​​​​​​Şaredariya Qamişlo dest bi sererastkirina rêyan kir

Şaredariya Gel a Bajarê Qamişlo dest bi projeyên xwe yên sala 2021'an kir, şaredariyê dest bi rêyên herî bizirar ên taxa Cimaya kir.

​​​​​​​Şaredariya Qamişlo dest bi sererastkirina rêyan kir
​​​​​​​Şaredariya Qamişlo dest bi sererastkirina rêyan kir
​​​​​​​Şaredariya Qamişlo dest bi sererastkirina rêyan kir
​​​​​​​Şaredariya Qamişlo dest bi sererastkirina rêyan kir
​​​​​​​Şaredariya Qamişlo dest bi sererastkirina rêyan kir
​​​​​​​Şaredariya Qamişlo dest bi sererastkirina rêyan kir
​​​​​​​Şaredariya Qamişlo dest bi sererastkirina rêyan kir
8 tebax, 2021   14:30
QAMIŞLO

Şaredariya Gel a Bajarê Qamişlo dest bi projeyên xwe yên xizmetguzariyê yên di plana xwe ya sala 2021'an de kir. Şaredariyê derdora 340 hezar dolar ji hemû şaredariyên navçe û gundên bajarê Qamişloyê re veqetandiye.

Ji plansaziya Şaredariya Qamişlo ya îsal; qîrkirina rêyan, çareserkirina pirsgirêkên xetên kanalîzasyonê, paqijkirina ragaran, ronîkirina rêyan û parkan û nûkirina deriyên ketin û derketinên bajêr. Tê payîn ku ev xebat beriya zivistanê bi dawî bibin.

Şaredariyê xebatên xwe ji taxa Cemaya ya rojhilatê bajarê Qamişlo dest pê kir, rêyên herî bizirar bi kevirên hûr raxist.

Girêdayî mijarê, endamê Nivîsgeha Rêveber a Şaredariya Gel a Qamişlo Emîn Cedûi diyar kir ku wan projeyên xwe ji taxa Cemyaya bi sererastkirina rêyên kolanan dest pê kir û got:  "Dê 20 kolanên taxê bi kevirên hûr werin raxistin, heta niha xebat li 10 kolanan bi dawî bûye û 10 kolan dimînin."

Cedûi da zanîn ku piştî taxa Cemyaya dê kolanên taxa Elaya, piştre Cirnik û piştî wî Qenat Siwêş sererat bikin. Her wiha got, du werşe li bajar dixebitin, yek li navçeya rojhilat û ya din li navçeya rojava.

Emîn Cedûi diyar kir ku werşeyek din li taxa Kornîş û Hilko rêyan qîr dike û sererat dike.

Welatiya bi navê Zerga Dawud Silêman a ji taxa Cemaya anî ziman ku ji beriya 30 salan ve ew zehmetiyên nebaşbûna rêya dikişînin û got: "Her zivistan malên me tijî av dibûn û kolanên me tevde dibû herî."

Zerga spasiya şaredariyê kir ku azarên wan bi dawî dike.

ANHA