​​​​​​​Hikumeta Efganistanê nuqteyên Talîbanê bombebaran kirin

Hikumeta Efganistanê ragihand ku wan li paytexta wîlayeta Halmend nuqteyên Talîbanê bombebaran kirin, 54 endamên Talîbanê hatine kuştin û 23 birîndar bûne.

​​​​​​​Hikumeta Efganistanê nuqteyên Talîbanê bombebaran kirin
8 tebax, 2021   13:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Efganistanê bi daxuyaniyekê ragihand wê gelek nuqteyên tevgera Talîbanê yên li herêmên Lashker Gah, paytexta wîlayeta Halmend bombebaran kiri, di encamê de 54 endamên Talîbanê hatin kuştin û 23 birîndar bûne.

Piştî şerekî dijwar a di navbera Talîban û hikumeta Efganistanê de Talîbanê bajarên Sari-Pul û Kunduz kontrol kirin.

Piştî serweriya Talîbanê ya li bajarê Kunduz ê Efganistanê, endamê Meclisa wîlayeta Kunduz Emredîn Walî wiha gotibû: "Şerekî dijwar li tevahî kolanan û bajêr heye. Bi wê re hin hêzên ewlehî ber bi balafirgehê vekişîn."

Piştî ku Talîbanê bajarê Sari-Pul ê bakurê rojavayê Efganistanê kontrol kir, endamê meclisa wîlayeta Sari-Pul Mihemed Hisên Mucahid Zada jî wiha gotibû: "Talîbanê tûgayeke leşkerî li eniyên bajêr dorpêç kir. Talîbanê tevahî bajar dorpêç kir."

(fr)