Li Filistînê pêngava bidawîkirina dosyaya girtina îdarî hate ragihandin

Komîteya Dîlgirtiyên ya Hêzên Niştimanî û Îslamî û saziyên di warê karûbarên dîlgirtiyan de dixebitin pêngaveke niştimanî û navneteweyî ji bo çareserkirina dosya girtina îdarî di girtîgehên Îsraîlê de ragihand.

Li Filistînê pêngava bidawîkirina dosyaya girtina îdarî hate ragihandin
8 tebax, 2021   16:48
XEZA

Ev pêngav di civîneke çapemeniyê de ku li pêşiya navenda Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor a Xezayê û li pêşiya Navenda NY`yê ya li bajarê Ramellah hate lidarxistin, hat ragihandin. Nûnerên komên Filistînê û saziyên hiqûqî yên têkildarî karûbarên dîlgirtiyan tev li civînê bûn.

Fermandarekî Tevgera Cîhad El-Îslamî Xalid Betiş bi navê Komîteya Dîlgirtiyên Niştimanî û Îslamî axivî û got: "Ji bajarê Xezayê yê dorpêçkirî û di vê kongreya hemwextî de ya di navbera Xeza û Dufe de ya di yekitiya neteweyî û helwesteke yekgirtî de em pêngava niştimanî ji bo bidawîkirina dosya girtiyên îdarî û rawestandina  azara li ser bi sedan dîlgirtiyan radigihînin."

Fermandar Betiş destnîşan kir ku 450 girtiyên îdarî di girtîgehên Îsraîlê de ne û azara dîlgirtina îdarî dikişînin ku "Dagirkeriya Îsraîlê beriya Brîtaniya di 1948’an de ji Filistînê derkeve, wergirtiye."

Betiş got "Zulma li ser ciwanên filistînî û girtina ciwanan a îdarî ya li pêş çavan cîhanê ne heq e. Divê li hember siyaseta siyonîstê were sekinandin. Divê tevger û fişareke neteweyî hebe ku vê trajediyê rawestîne. Ev yek jî bi helwest û xebateke neteweyî ya hevbeş pêkan e.

Piştî civîna çapemeniyê ajansa me hevpeyvîneke taybet bi fermandarekî Partiya Gel a Filistînê Ebdulqadir Idrîs re li ser girtina îdarî ya ku desthilatên Îsraîlê li dijî dîlgirtiyên filistînî pêk tîne çêkir. Idrîs wiha got: "Ev girtin derqanûnî ye û tevahî mîsaq û qanûnên navneteweyî bin pê dike, divê ev girtin bi dawî bibe."

Idrîs bang li hemû saziyên hiqûqî yên li ser asta Filistîn û cîhanê kir ku ji bo bidawîkirina girtina îdarî tedbîrên qanûnî û hiquqî bigirin, her wiha bang li parlamentoyên dewletên Ereb û Îslamê û parlamentoyên azad ên cîhana rojava jî kir ku destekê bidin dîlgirtiyan da ku zextê li Îsraîlê bikin vê girtina îdarî rawestînin.

Li aliyekî din jî çalakgerekî hiqûqî Usama Murteca bi rêya ajansa me banga xîtabkirina civata navneteweyî û komên giştî yên NY`yê, saziyên hiqûqî yên navneteweyî kir ku dawî li sûcên li dijî dîlgirtiyan pêk tê, bînin, nexasim rawestandina girtina îdarî.

Ji bo redkirina siyaseta girtina îdarî li hember dîlgirtina 450 girtiyan, di girtîgehên Îsraîlê de 12 dîlgirtî di greva birçîbûnê de ne.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/L_2Ye6l-Nzs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>