Li Hecînê têkildarî tundiya malbatî semînerek hate dayîn

Bi diruşma "Ji tundiya malbatî re na", semînerek li bajarê Hecînê yê Dêrazorê hate dayîn.

Li Hecînê têkildarî tundiya malbatî semînerek hate dayîn
8 tebax, 2021   13:34
DÊRAZOR

Semîner ji aliyê Meclisa Gel a bajarê Hecînê ve li hola civînan a meclisê  hate dayîn. Bi dehan şênî amade bûn.

/ar/uploads/files/2021/08/08/122906_khtam-hdw.webp

Piştî deqeya rêzgirtin, Seroka Komîteya Jinan a Meclisa Gel a Hecînê Xîtam Hido behsa mafên zarokan û azadiya wan û dûrketina ji pêkanîna tundiya li ser wan kir.

Serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Hecînê Mihemed Şaban El-Zayid bal kişand ser tundiyê, cûreyên wê, sedemên wê û bandora tundiya malbatî ya li zarokan û jinan.

/ar/uploads/files/2021/08/08/123045_altqat.webp

Her wiha hevserokê Meclisa Gel a Hecînê Selah El-Selman îşaret bi girîngiya çandê perwerdekirina zarokan û nepêkanîna cûdekariyê di navbera wan de kir.

Hevseroka Meclisa Şaredariya Gel a Hecînê Ehed El-Mergaz behsa çawaniya bidawîkirina tundiyê kir û diyar kir ku tundî bandoreke neyinî li jiyana malbatê bi taybet li zarokan dike.

/ar/uploads/files/2021/08/08/122928_slah-alslman.webp

 Her wisa behsa rêbazên tunekirina tundiyê hate kirin, li ser vê yekê girîngiya vekirina dewreyên perwerdeyê bi awayekî domdar da ku civak were hişyarkirin û asta çandê li gel were xurtkirin, her wiha pêwîstiya destekdayîna saziyên perwerdeyê, vekirina navendên ji bo jin û zarokên ku kesên wan tuneye xwedî li wan derkeve, hatin destnîşankirin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/t2ED3_ylNTc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>