​​​​​​​Pêkhateyên Rojava piştgirî dan Şengalê

Pêkhateyên Rojava berê xwe dan sînorên di navbera Rojava û Şengalê de da ku penaberan pêşwazî bikin. Hemû cureyên alîkariyan ji wan re pêşkêş kirin. Pêkhateyên Rojava êzidiyên ji Şengalê hemêz kirin û ji yên li çiyayê asê mane jî alîkarî şandin.

​​​​​​​Pêkhateyên Rojava piştgirî dan Şengalê
6 tebax, 2021   03:58
QAMIŞLO-RÊNAS REMO

Piştî ku DAIŞ`ê êrişî Şengalê kir û komkujî li dijî êzidiyên ku nikarîn xwe bigihînin lûtkeya çiyayê Şengalê pêk anî, komeke gerîla ji çiyayên Kurdistanê daket û bi hawara êzidiyan ve çûn. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) şerê DAIŞ`ê dikir da ku korîdoreke mirovahiyê vekin ji bo penaberên ku ji ber tîbûn û birçîbûnê li gel germahiya havîn a sojer bi mirinê re rû bi rû mane xilas bikin.

Ji bona vê korîdorê şervanan gelek şehîd dan. Ew rê bû rêya jiyaneke nû. Li gel berxwedana şervanan û qêrînên zarok û jinên Şengalê pêkhateyên Rojava amadekariya pêşwazîkirina şengaliyan dikirin. Alîkarî ji bo wan kom dikirin, erebe û hemû cureyên wesayîtan hazir dikirin da ku wan bibin cihên ewle û alîkariyan bigihînin ên di çiyayê de mane.

Kampa Newroz a ku Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê ava kir, ji wan re bû stargeh. Lê wê demê 120 malbatên êzidî berê xwe dan navçeya Tirbespiyê û li gundên êzidiyan ên li wir bi cih bûn.

Bûyerên ku di wê demê de rû dane isbat kir ku yekitiya pêkhateyan û mirovahiyê her tim bi ser dikeve.

BERIYA ŞENGALÎ BIGIHÊJIN CIHÊ EWLE ÇI BÛ?

YPG û YPJ`ê sînor derbas kirin, dest bi derxistina êzidiyan kir û korîdorên ewlehiyê ji wan re vekirin. Yekîneyê herêma Rebîa rizgar kir ku pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) radestî DAIŞ`ê kiribû. Bi rastî û piştî gelek hewldanan korîdoreke ewle li dergehê Til Koçerê yê nêzî herêma Rebîa vekir. Pê re bi deh hezaran êzidî di wê korîdorê re derbasî herêmê bûn. Ji ber wê pêwîst bû ku wesayîtan û alîkariyan ji wan re peyda bikin. Di heman demê de jî yekîneyê berxwedana xwe didomand û hewl dida xwe bighîne êzidiyên li çiyayê Şengalê asê mane.

Şêniyên Cizîrê bi hemû pêkhateyên wê ji bo ku alîkariyê pêşkêş bikin, bi hezaran erebeyên xwe hazir kirin û berê xwe dan herêma ku şengalî tê re derbasî herêmê dibûn da ku wan bibin cihên ewle.

Heta ku ajokarên wesayîtên veguhestina giştî dev ji karê xwe berdan û berê xwe dan korîdorê.

Ji bo komkirina alîkariyan ji êzidiyên ku ji ber hovîtiya DAIŞ`ê reviyan re konek hat vedan.

Silêman Kernûs rûspiyekî êzidiyan e ku ji navçeya Tirbespiyê ya herêma Cizîrê ye têkildarî wan bûyeran wiha axivî: “Dema min têkilî bi xizmên xwe yên li Şengalê re dan, ez û êzidiyekî din bi navê Berzan Silo me berê xwe da herêmê û me hemû kesên ku me di rê de ne li erebeyê sîwar kirin.”

Kernûs destnîşan kir ku gundê wan mezin e û li gundên din ên êzidiyan gelek malên vala hebûn ji ber wê şengaliyên ku xilas kirine di wan malan de bi cih kirin.

KAMPA NEWROZ Û GUNDÊN ÊZIDIYAN ÊN LI TIRBEPSIYÊ BÛ ŞAHIDÊ HEVGIRTINA PÊKHATEYAN

Bi gihiştina Şengaliyan re Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Kampa Newroz ji bo wan vekir. Tê de bi hezaran malbat bi cih kirin. Wê demê 120 malbatên din ên êzidî berê xwe dan gundên êzidiyan ên navçeya Tirbespiyê mîna Til Xatûn, Otlecê û Alareş.

Kernûs bûyerên ku piştî bicihbûna wan malbatên êzidî bi 3 rojan vegotin û got: “Kurd, Ereb û Suryan hemû hatin gundên me û hemû cureyên alîkariyê pêşkêş kirin. Ez bawer im ku malek li Tirbepsiyê nema û alîkarî pêşkêş nekir, hemûyan alîkariya şengaliyan kirin.”

KOMÎTEYÊN TAYBET ÊN ALÎKARIYAN Û MÎNAKÊN LI SER MIROVAHIYÊ

Ne tenê şêniyên navçeyê alîkarî pêşkêş kirin, lê belê şêniyên herêmê yên li dewletên Ewropayê dimînin jî alîkarî û desteka pêwîst pêşkêş kirin. Wê demê komîte ji êzidiyên ji navçeya Tirbespiyê hatin avakirin. Van komîteyan alîkarî werdigirtin, bi rêxistin dikirin û li ser malbatan belav dikirin. Her wiha beşeke mezin a alîkariyan ji Şengal û Kampa Newrozê re rêdikirin.

Silêman Kernûs destnîşan kir ku girêdana xurt a di navbera pêkhateyan de, xilaskirina şêniyên Şengalê û pêşkêşkirina alîkariyan ji wan re hêsantir kir.

Kernûs tîne bîra xwe çawa şêniyên gundê Kerdîm ê misliman ku nêzî Til Xatûnê ye alîkariya koçberên Şengalê kir û malên xwe ji bona wan vekirin. Her wiha malbateke Suryan a ji malbata Aho Hena jî 5 caran alîkarî pêşkêş kirin.

KERWANA ALÎKARIYAN TIJÎ ÇÛ Û TIJÎ VEGERÎ

Ji rûspiyên êzidiyên herêma Cizîrê Faris Şemo ku bi navê Hecî Faris tê naskirina û ji êla Daska ya êzidî ye, bi kerwana alîkariyan re çû Şengalê. Wê demê tenê 3 roj li ser hatina şengaliyan re derbas bûbû.

Li gorî Hecî Faris kerwan gihaşt gundê Kursî (Feqîra) û alîkarî danî dibistana gund. Alîkarî li şengaliyên ku di çiyayê Şengalê de mane hatin belavkirin.

Li vî gundî êzidî lê dimînin ku piraniya wan ji êla Feqîra ne. Hemû kesên di gund de mane berxwedana li hemberî DAIŞ`ê pejirand. Ev gund dergehê sereke yê gihaştina çiyayê Şengalê ye. Heke ketiba destê DAIŞ`ê wê bi sedan şengaliyên ku xwe spartine çiyayê Şengalê bi komkujiyên DAIŞ`ê rû bi rû bimana. 

Ji ber wê û ji bo parastina koçberên mayî, mayîna gund di destê berxwedêrên êzidî de gelek girîng bû.

Şemo dema behsa çûyîna xwe ya Şengalê kir got: “Gundên Şengalê tijî xwîn bûn. Qêrîna jinan digihaşt ezmanan. Civaka navneteweyî xwe bêdeng kir. Kesên ku Şengalê bi tenê hiştine dixwestin êzidî qir bibin.”

Şemo wiha domand: “Me hemû cureyên alîkariyan mîna xwarin, cil û pêdiviyên rojane danîn dibistanê da ku piştre wê belav bikin.”

Kerwana ku Hecî Faris pê re çûye Şengalê û bi alîkariyan dagirtî bû, di vegerê di jî bi zarokên biçûk û jinan tijî vegerî Rojava ku bûbû stargeha ewle ya şengaliyan.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/QeuFpdxdK9s" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>