​​​​​​​Malbatên gerîlayên şehîd siyasetên PDK'ê şermezar kirin

Malbatên gerîlayên şehîd hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir û diyar kir ku siyaetên PDK'ê yên niha berdewama siyasetên wê yên salên 90'î yên li dijî gerîla ne.

​​​​​​​Malbatên gerîlayên şehîd siyasetên PDK'ê şermezar kirin
6 tebax, 2021   02:56
ŞEHBA –ALAN REŞÎD

Tevî bangên domdar, lê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) êrişên xwe yên li ser gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê didomîne û da ku ajnîdeyên dewleta Tirk yên qirkirina gelê Kurd û çanda wê pêk bîne.

Hêzên PDK'ê 26' Tîrmehê êriş bir ser herêma Xelîfanê ya Başûrê Kurdistanê û di encamê de 3 gerîla şehîd bûn.

Malbatên gerîlayên şehîd ên kantona Şehbayê siyasetên PDK'ê yên destekdayîna dagirkeriya Tirk şermezar kirin û diyar kir ku berxwedana gerîla ya li çiyayên Kurdistanê û berxwedana gelê Kurd li seranserî Kurdistanê dê li hemberî planên qirkirin û dagirkirinê bibin bend.

'PDK'Ê SIYASETÊN XWE YÊN DI SALÊN 90'Î DE YÊN LI HEMBERÎ GERÎLAYAN DÛBARE DIKE'

Sadiq Henan birayê şehîd Fîras e yê sala 1992'yan li Qendîlê şehîd bû, diyar kir ku PDK'ê siyasetên xwe yên dijminahî li ser gelê Kurd didomîne û got: "Piştî gelek êrişan ên di salên 90'î de û şehîdxistina gelek birayên xwe yên gerîla, em dibînin ku van siyasetên xwe qirêj berdewam dike."

Sadiq Henan siyasetên PDK'ê yên destekdayîna wê ji dagirkeriya Tirk re şermezar kirin û got: "PDK'ê hîna amûreke di destê dewleta Tirk a dagirker de ye ku pê ajnîdeyên xwe li herêmê pêk tîne."

Birayê şehîd Fîras  bang li PDK'ê kir ku siyasetên xwe di ber çavan re derbas bike û got, siyasetên wê xizmeta doza gelê Kurd nake.

' PDK'Ê XIZMETA DAGIRKERIYA TIRK DI QIRKIRINA GELÊ KURD DE DIKE'

Birayê şehîd Viyan Efrînê ya sala 1996'an li çiyayên Kurdistanê şehîd bû, Abdîn Şêxo jî anî ziman ku gelek aliyên cîhanî, hewl didin bi rêya koçberkirin, kuştin û çewisandina çandê, gelê Kurd tune bikin û got, di nav wan aliyan de dewleta Tirk heye ku hîna jî li ber çavê cîhanê gelê Kurd qir dike.

Şêxo îşaret pê kir ki kiryarên PDK'ê ji siyaseta dewleta Tirk cûda nîne û got: "Dijminahiya PDK'ê zêdetir bûye, di rojên dawî de hêzên wê êrişî gerîla kirin û sê gerîla şehîd xistin."

Abdîn Şêxo di nava axaftina xwe de ev pirsî, "Ma yên şehîd bûne gelê Kurd asîmîle dike an yên ku gundên Kurdan dişewitînin û zarokên wan qetil dike?"

Şêxo anî ziman ku PDK'ê bi tevgerên xwe xizmeta dagirkeriya Tirk di pêkanîna ajnîdeyên wê yên qirkirina gelê Kurd de pêk tîne û got, ew malbatên şehîdan dê li hemberî van planan piştgiriya xwe ji zarokên xwe yên li çiyayên Kurdistanê re bidomînin.

'ÊRIŞÊN DAGIREKRIYÊ DÊ TÊK BIÇIN'

Bavê şehîd Avaşîn, Mihemed Fewzî siyasetên PDK'ê şermezar kirin û bi "Ajantiya ji bo dijminê gelê Kurd" bi nav kir. Her wiha got, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi piştgiriya hêzên PDK'ê li hemberî gerîlayan wê têk biçin, mîna ku li Zap, Avaşîn û Heftanînê têk çûn."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/2azgWXTxOOY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>