​​​​​​​Îlham Ehmed: Divê siyasetên qirkirinê yên li dijî Kurdan werin sekinandin

Seroka Desteya Rêveber a MSD'ê Îlham Ehmed der barê fobiya Kurdan a AKP'ê de hişyarî da û got: " AKP'ê şaneyan ava dike da ku buyerên kuştinê pêk bîne. Ev siyaset xeter e û gefê li civaka Tirkiyê dixwe."

​​​​​​​Îlham Ehmed: Divê siyasetên qirkirinê yên li dijî Kurdan werin sekinandin
6 tebax, 2021   01:53
REQA –EHMED EL-ELÎ

Seroka Desteya Rêveber a MSD'ê Îlham Ehmed mijarên girêdayê komkujiya li Konyayê, îmkanên çareserkirina aloziya Sûriyê, bi wê ve girêdayî îsrara hikumeta Şamê ya di xeta xwe ya kevin de û rola Rûsya di kûrkirina aloziyê de nirxandin.

'FOBYAYA KURDAN XETER E'

Têkildarî komkujiya li bajarê Konyayê ya li dijî malbateke Kurd, ku di encamê de 7 kes hatin qetilkirin, Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed diyar kir ku ev ne komkujiya yekemîn e ku dewleta Tirk li dijî Kurdan pêk tîne û got: "Ji ber siyasetên hikumeta AKP'ê gelek komkujî li djiî Kurdan hatine kirin. Fobyaya rejîma AKP'ê ya ji Kurdan siyaseteke gelekî xeter e û gefê li civaka Tirk dixwe. Me bihîst ku biçekirin û avakirina şaneyan tê kirin da ku êrişan pêk bînin."

Îlham Ehmed diyar kir ku dibe ji ber hişmendî û siyasetên AKP'ê kareset derkevin û bang li civaka navnetweyî kir ku siyasetên dewleta Tirk, komkujiyên wê yên li dijî Kurdan rawestînin. Her wiha got, divê hevalbendên dewleta Tirk, Yekitiya Ewropayê ya ku dewleta Tirk hewl didbe bibe endameke ê mudexele bike û fişarê lê bike da ku qirkirin û siyasetên xwe yên nijadperestî yên li dijî kurdan bisekinin.

'NASKIRINA RÊVEBERIYA XWESER MIJAREKE SÛRÎ YE'

Seroka Desteya Rêveber a MSD'ê bal kişand ser mijara naskirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got, ev mijar di radeya yekemîn de Sûrî ye û girêdayî guhertinên destûrî û wiha domand: "Danûstandinên rasterast ê Rêveberiya Xweser bi dewletên rojavayî re hene, bi taybet di dosyaya şerê li dijî DAIŞ'ê, girtiyên endamên rêxistina DAIŞ a terorîst û dosyaya aborî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de. Em dikarin bêjin ku ev her du dosya yên herî girîng in ku hêzên navneteweyî bi Rêveberiya Xweser re dide û distîne. Wekî MSD di aliyê siyasî de em têkiliyan bi dewletan re berdewam dikin, bawer dikim ku ev mijar bi giştî Sûrî ye û girêdayî  aloziya Sûriyê û çareserkirina wê ye, lê heta niha tu asoyên siyasî ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê tune ne, lê heta niha îsrara li ser domandina aloziya Sûriyê û gurkirina wê heger ji aliyê herêmî ve be an jî li ser asta Sûrî be."

'DI DEMEKE NÊZÎ DE ÇARESERÎ JI ALOZIYA SÛRIYÊ RE NÎNE'

Îlham Ehmed diyar kir ku tevî zextên li ser hikumeta Şamê û aliyên din ên Sûriyê tu çareserî ji aliyê Sûriyê re di demeke nêzî de xuya nake. Îlham Ehmed sedema vê yekê spart nakokî û berjewendiyên hêzên navdewletî li Sûriyê, tunebûna îradeyeke rasteqîn a Sûriyê ku karibe aloziyê çareser bike û derbarê wê biryaran bigirin. Îlham Ehmed wiha got: "Aloziya Sûriyê berdewam e, em dibînin ku alozî careke din li herêmên Sûriyê mîna Derayê vedigire, ne dûr e ku mîna van bûyeran li herêmên din ên Sûriyê rû bidin."

'RÛSYA NE NAVBEYNARÊ RASTQÎN E'

Seroka Desteya Rêveber a MSD'ê Îlham Ehmed di berdewama nirxandinên xwe de bal kişand ser rola Rûsya daxuyand ku Rûsya gelek caran hewl da rola navbeynkar di navbera me û rejîma Sûriyê de bilîze, lê hemû hewldanên wê bê encam bûn, lê MSD'ê di diyalogên bi hikumeta Şamê re bi israr e. Îlham Ehmed bi domdarî got: "Rejîm ne xwedî îrade ye û derbarê destpêkirina diyalogan û gihiştina lihevkirinên derbarê çareserkirina aloziyê û guhertina destûr de ne xwedî biryar e. Gelek astengiyên cidî hene, di nav de destwerdanên derve, aktorên hundirîn a girêdayî zihniyeta rejîmê. Ev hemû astengî li pêşiya diyalogên cidî yên bi armanca bidawîkirina aloziyê dibin kelem."

Her wiha diyar kir ku hin alî mîna Tirkiyê û Îranê jî çareserkirina aloziya Sûriyê asteng dikin, ne tenê Rûsya berpirsê mijara destwerana di biryara Sûrî de ye û îşaret pê kir ku têkiliyên îstîxbaratî di navbera hikumetên Şam û Enqereyê de hene.

Îlham Ehmed diyar dikir ku Rûsya rola piştevanê hikumeta Şamê, ne rola navbeynkar di navbera aliyên bi nakok ên Sûriyê de dilîze û bang li Rûsya kir ku aliyekî serbixwe be û roleke erênî di çareserkirina aloziyê de bilîze.

Îlham Ehmed bal kişand ser daxuyaniyên hikumeta Şamê û alîgirên wê ku projeya Rêveberiya Xweser bi parçebûnê bi nav dikin û got: "Ev daxuyanî provakatîv û ne cihê rihetiyê ye, her wiha çareseriyê asteng dikin û temenê aloziyê Sûriyê dirêj dike. Yên ku banga demokrasî, edalet û wekheviyê dikin li vê projeyê dinêrin wekî ku dijberî nasnameya Sûrî û yekitiya xaka Sûriyê ye."

'HIKUMETA ŞAMÊ DI BIN NAVÊ NETEWPERESTIYA EREB DE SÛRIAYN DIXAPÎNE'

Îlham Ehmed diyar kir ku ji şaştiyên herî mezin ew e ku rejîm Sûriyan di bin navê netewperstiya ereb de dixapîne. Her wiha got, rejîm kesên ku derveyî sîwana netewperestiyê biaxive bi parçebûn û serxwebûnê tawanbar dike û wiha pê de çû: "Nasnameya Sûrî hemû Sûriyan bêy cûdbûna neteweyî an bawerî kom dike û dikare Sûriyan bike yek û mafên wan bi awayekî wekhev misoger bike û bibe çareseriya bingehîn. Dewleta Tirk a destpot jî, her wiha hemû dewletên ku yek çandê li hemû tevna civakî û xaka dewletekê ferz dikin bi heman zimanî diaxivin. Ev mijar ji bo tevna civaka Sûriyê bi giştî bi nakok e. Her tim behsa tevna Sûrî ya rengîn dikin, lê ferzkirina netewperestiya ereb li tevahî tevna Sûriyê ya rengîn, vê rengînbûyînê xirab dike û binpê dike."

'ŞERÊ LI DIJÎ DAIŞ'Ê DI RADEYA YEKEMÎN DE MÎSYONEKE MIROVÎ YE'

Seroka Desteya Rêveber a MSD'ê di berdewama nirxandinên xwe de îşaret bi têkoşîna QSD'ê ya li hemberî DAIŞ'ê kir û diyar kir ku têkoşîna li dijî DAIŞ'ê di radeya yekemîn de mîsyoneke mirovî ye, pêwîsteiya wê bi destekdayîna domdar a navneteweyî heye da ku ev têkoşîn berdewam bike.

Her wiha eşkere kir ku tevkarî ji aliyê hêzên rojavayî ve hîna berdewam e, lê girtina mijarê di çarçovey leşkerî de şaştiyeke û got: "Ferd an jî kes dema ku tevlî DAIŞ'ê bûn, li ser bingehê fikirî tevlê bûn."

'DESTEKDAYÎNA LEŞKERÎ TÊRÊ NAKE, DIVÊ DESTEK JI RÊVEBERIYA XWESER RE JÎ WERE DAYÎN'

Têkildarî şerê li dijî îdeolojiya DAIŞ'ê, Îlham Ehmed diyar kir ku divê li gel destekdayîna leşkerî desteka sivîl jî hebe, derfetên kar ji kesan re werin peydakirina da ku nekevin xefka dabînkirina derbara rojane. Îlham Ehmed ev rêbaz ê herî durist ji bo têkoşîna li dijî terorê bi nav kir û got, Rêveberiya Xweser berpirsê dabînkirina derfetên kar û perwerdekirina fikirî ye.

Îlham Ehmed wiha domand:"Divê destekdayîn ji Rêvebriya Xweser re were dayîn, desteka siyasî jî were dayîn û tev li civînên navneteweyî yên bi armanca çareserkirina aloziya Sûriyê  were kirin, ji ber ku ev ezmûn dikare wêneyeke girîng ber bi demokrasî û guhertinê ve bibe."

'TEVKARIYA NAVNETEWEYÎ YA BI RÊVEBERIYA XWESER RE DÊ TERORÊ TUNE BIKE'

Seroka Desteya Rêveber a MSD'ê Îlham Ehmed diyar kir ku tevkariya navneteweyî ya bi Rêveberiya Xweser re wê terorê tune bike.

Têkildarî têkiliyên bi aliyên Sûrî re, Îlham daxuyand ku têkilî û dan û standinên wan bi kesayetên cûda yên niştimanî yên di nava opozîsyonê de xwedî rol in û di guherîna ber bi demokrasiyê ve xwedî nêrîn in, hene û wiha dawî li gotina xwe anî: "Em hewl didin têkiliyan berfireh bikin û têkiliyên nû û rasteqîn ava bikin û ber bi gavên şênber yên derbarê aloziyê de biçin, heger rejîm qebûl bike an red bike divê lihevkirineke sûrî li ser çareseriyê hebe. Em di vê çarçoveyê de dixebitin û têkiliyên me bi muxalifên Sûrî re baş in."

ANHA