Di Pêşangeha Şehîd Herekol de xwendekarên serkeftî hatin xelatkirin

5`emîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol di roja 5`emîn de dewam dike. Îro Komîteya amadekar a pêşangehê 13 xwendekarên di refa 12`an de bi ser ketine, xelat kirin.

Di Pêşangeha Şehîd Herekol de xwendekarên serkeftî hatin xelatkirin
3 tebax, 2021   10:25
QAMIŞLO

Îro Komîteya Amadekar a 5`emîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîda Herekol ku li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li Qamişlo tê lidarxistin, xwendekarên ku di ezmûnên refa 12`an de yên beşên zanistî, wêjeyî û pêşesazî li ser asta herêma Cizîrê bi ser ketine, xelat kirin û pirtûk diyarî wan kirin. 

Di merasîma xelatkirinê de xwendekarên serkeftî û malbatên wan, endam û hevserokên Desteya Perwerde û Fêrkirinê, Desteya Jin û Desteya Çandê yên herêma Cizîrê amade bûn.

Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya herêma Cizîrê Rohat Xelîl axivî û 5`dmîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol li hemûyan pîroz kir û li ser xelatkirina xwendekaran spasiya Desteya Çandê kir.

Di dawiya merasîmê de bavê xwendekara bi navê Helez Şiwêş, Ebdulxenî Şiwêş wiha axivî: “Dijmin ji xwendina me bi zimanê dayikê ditirse, ji ber wê xwendekar tola me ji dijmin hiltînin. Xwendekar bi serketina xwe li hemberî şerê taybet ê li ser herêmê tê meşandin, disekinin.”

 (sb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/V-3Pr9J-ZK0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>