Farûq Tozo: Bi saya HPG, YPG û YPJ`ê Şengal rizgar bû

Hevserokê Mala Êzidî ya herêma Cizîrê Farûq Tozo destnîşan kir ku armanca pêkanîna komkujiya 3`yê Tebaxa 2014`an valakirina Şengalê ji şêniyên wê ye û diyar kir ku bi saya HPG, YPG û YPJ`ê Şengal ji DAIŞ`ê rizgar bû.

Farûq Tozo: Bi saya HPG, YPG û YPJ`ê Şengal rizgar bû
3 tebax, 2021   11:21
HESEKÊ

Mala Êzidî ya herêma Cizîrê û bi sedan şêniyên Hesekê salvegera 7`an a Komkujiya Şengalê bi meşekê bi bîr anî ku di 3`yê Tebaxa 2014`an de ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve pêk hat.

Gel li çerxerêya gundê Berzan ê êzidî yê Hesekê kom bûn, wêneyên rêber Abdullah Ocalan, şehîd û qurbaniyên komkujiya Şengalê, alên Mala Êzidî, Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û gelek pankart hildan.

Beriya meşê, beşdaran ji bo bîranîna qurbaniyên komkujiya 3`yê Tebaxê û li ser bangewaziya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 5 deqe rêzgirtin sekînin. Piştre berê xwe dan Mala Êzidî ya li gundê Berzan û berxwedana şêniyên Şengalê silav kir.

Li pêşiya Mala Êzidî Endama Rêveber a Meclisa Kantona Hesekê Zêneb Şîtka axivî û got: “Komkujiya 3`yê Tebaxê, li ser bingeha lihevkirinekê di navbera dewleta Tirk a dagirker, çeteyên DAIŞ`ê û PDK`ê de pêk hat.”

Zêneb wiha domand: “PDK`ê û hikumeta Iraqê şêniyên Şengalê bi tenê hiştin. Ev yek isbat dike ku destê wan di komployê de heye û ew berpirsên wê komkujiyê ne. Bi saya Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG û YPJ) gelê Şengalê ji qirkirinê xilas bû.”

Zêneb di axaftina xwe de soz da ku dev ji şêniyên Şengalê û hemû parçeyên Kurdistanê bernadin û HPG, YPG û YPJ`ê dê gelên Kurdistanê biparêzin.

Zêneb di dawiyê de got: “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ`ê ji wê komkujiyê armanc dikirin ku gelê Kurd qir bikin. Lê em nahêlin careke din komkujî li dijî gelên me pêk werin. Em ê li hemberî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bisekinin û bi vîna xwe em ê têkoşînê mezin bikin.”

Hevserokê Mala Êzidî ya herêma Cizîrê Farûq Tozo jî axivî û got: “Armanca qirkirina valakirina Şengalê û qirkirina gelê wê bû. Lê bi saya fedekariyên HPG, YPG û YPJ`ê Şengal ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bû.”

Di dawiya meşê de beşdaran slogan berz kirin, komkujiya Şengalê şermezar kir û berxwedana wan silav kir.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ZRb6vA6w7mU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>