4`emîn Konferansa Yekitiya Êzidiyên Efrînê dest pê kir

4`emîn Konferansa Yekitiya Êzidiyên Efrînê bi beşdarbûna endamên yekitiyê, nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl, dest pê kir.

4`emîn Konferansa Yekitiya Êzidiyên Efrînê dest pê kir
4`emîn Konferansa Yekitiya Êzidiyên Efrînê dest pê kir
4`emîn Konferansa Yekitiya Êzidiyên Efrînê dest pê kir
4`emîn Konferansa Yekitiya Êzidiyên Efrînê dest pê kir
4`emîn Konferansa Yekitiya Êzidiyên Efrînê dest pê kir
4`emîn Konferansa Yekitiya Êzidiyên Efrînê dest pê kir
3 tebax, 2021   10:07
ŞEHBA

Bi dirûşmeya "Bihêzkirina rêxistinî, bersiva qiririna Şengalê û dagirkirina Efrînê ye" 4`emîn Konferansa Yekitiya Êzidiyên Efrînê dest pê kir. Konferans li hola Mîtan a navçeya Ehdas  a Şehbayê tê lidarxistin.

Hevserokê Yekitiya Êzidiyên Efrînê Mistefa Nebo axivî û behsa komkujiyên di nava dîrokê de rastî civaka Êzidî hatine kir.

Mistefa Nebo wiha domand: "Bi saya fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan civaka Êzidî piştî fermanên ku bi ser wan de hatiye, jinûve rabû ser piya. Bi saya Ocalan me karibû ola xwe biparêzin."

Mistefa Nebo di dawiyê de piştrast kir ku bersiva komkujiya Şengalê û sûcên ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve li Efrînê têne kirin dê bi rêxistinkirinê be.

Her wiha endama yekitiyê nirxandinên rêber Abdullah Ocalan der barê civaka Êzidî û fermanên ku rastî wan hatine, rêyên azadiyên civaka Êzidî, planên dewlet û aliyên ku dixwazin civaka Êzidî qir bikin, xwend.

Paşê pîrozbahiyên ji bo lidarxistina konferans hatin xwendin. Pîrozbahî ji aliyê Rêveberiya Xweser a Şengalê, Yekitiya Êzidiyên Sûriyê, Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê, MSD`ê û Meclisa kantona Efrînê ve hatine şandin.

Her wiha sînevizyonek der barê fermana li ser Şengalê ku ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hate kirin û komkujiyên ku di sala 2014`an de li dijî civaka Êzidî hatin kirin, êrişa hovane ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve di sala 2018`an li dijî kantona Efrînê, kuştin, koçberkirina bi sed hezeran ji şêniyên Efrînê û guhertina demografiya herêmê, hate pêşandan.

Konferans bi axaftina hevserokê TEV-DEM`ê Xerîb Hiso didome.

(bx)

ANHA