​​​​​​​Civîna salane ya meclisên leşkerî yên QSD`ê dest pê kir

Beriya çend kêliyan civîna salane ya meclisên leşkerî yên Hêzên Sûriya Demokratîk bi beşdariya fermandariya QSD`ê, meclisên leşkerî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şandeyeke Koalîsyona Navneteweyî û rayedarên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dest pê kir.

​​​​​​​Civîna salane ya meclisên leşkerî yên QSD`ê dest pê kir
1 tebax, 2021   08:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Civîna salane ya meclisên leşkerî yên Hêzên Sûriya Demokatîk (QSD) bi dirûşma “Hêzên Sûriya Demokratîk misogeriya destkeftiyên şoreşê û rizgarkirina herêmên dagirkirî û parastina wan e”, tê lidarxistin.

Hemû hêzên di bin sîwana Hêzên Sûriya Demokratîk de, fermandarên meclisên leşkerî yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şandeyeke Koalîsyona Navneteweyî, Partiya Sûriya Pêşerojê, şandeyeke Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi serokatiya endamê desteya rêveber Ekrem Hiso, rayedarên partiyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rûspiyên eşîrên Kurd û Ereban û Hêzên Erka Xweparastinê, beşdarî civînê bûne.

Tê payîn li ser navê QSD`ê Fermandariya Giştî ya QSD`ê Mazlûm Ebdî, bi navê Koalîsyona Navneteweyî fermandarê Hêza Erkên Hevbeş- Operasyona Ezim Selib general Paul t.Calvert, bi navê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) hevseroka MSD`ê Emîne Umer û bi navê Rêveberiya Xweser Ebid Hamêd El-Mihbaş, axaftin werin kirin.

Tê payîn ku kar û xebatê Hêzên Sûriya Demokratîk yê sala derbasbûyî û sîstema hundirîn a QSD`ê bê nîqaşkirin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/JrCKRorDy1U" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>