Bîlançoya êrişên di Tîrmehê de li ser Efrîn û Şehbayê hate eşkerekirin

Bîlançoya êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêma Efrîn û Şehbayê di meha Tîrmehê de hate eşkerekirin.

Bîlançoya êrişên di Tîrmehê de li ser Efrîn û Şehbayê hate eşkerekirin
1 tebax, 2021   08:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Bîlançoya êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên mehekê li ser herêma Efrîn û Şehbayê wiha ye:

Di 1`ê Tîrmeha 2021`an de, dewleta Tirk bi şev û roj gundên Merenaz, Malikiyê , Meyasê, Hirbil, Şêx îsa, Eyndeqnê, Bêlûniyê, tepeya Xwedê yên Şehba û Şêrewa bi 17O bîs, doçka, bombeavêj, 13 hawan topbaran kirin. Her wiha balafirên keşfê û yên şer li ser xeta Şehba û Şêrewa geriyan.

Di 2`ê Tîrmeha 2021`ê de, balafirên keşfê û yên şer ên dewleta Tirk li herêmên Şehba û Şêrawayê geriyan.

Di 3`ê Tîrmeha 2021`an de dewleta Tirk bi şev û roj gundên Eyndeqnê, Semûqa, Malikiyê û Meyasê yên Şehba û Şêrawyê  bi 27 obîsan, 4 hawanan û 4 guleyên tankan kirin hedef. Balafirên keşfê û yên şer li herêmê geriyan.

Di 4`ê Tîrmeha 2021`an de dewleta Tirk bi şev û roj gundên Minix, Bêlniyê, Eyndenê, Til Madîq, Til Cîcan, Meranaz, Malikiyê, Şewarxa û Tinib yên Şehba û Şêrawayê bi 32 obîsan topbaran kirin. Balafirên keşfê û yên şer li ser xeta Şêrawa û Şehbayê geriyan.

Di 5`ê Tîrmeha 2021`an de balafirên şer û keşfê yên dewleta Tirk a dagirker li ser xeta Şehba û Şêrawayê geriyan.

Di 6`ê Tîrmeha 2021`an de dewleta Tirk bi şev û roj gundên Semûqa, Malikiyê, Îrşadiyê yên Şehba û Şêrawayê bi 12 obîsan, doçka û bombeavêjan topbaran kirin. Her wiha balafirên keşfê û yên şer li asîmana herêmê geriyan.,

Di 7`ê Tîrmeha 2021`an de dewleta Tirk bi şev û roj Merenaz, Soxanekê, Îrşadiyê, Gundê Mezin, tepe Meyasê, tepe Klutê, Şewarxa, Semûqa, Til Madîq û Eyn Deqnê yên Şehba û Şêrawayê bi 12 hawan, 24 obîsan û 4 guleyên tankan topbaran kirin. Balafirên keşfê û yên şer li ser xeta Şehba û Şêrewa yê geriyan.

Di 8`ê Tîrmeha 2021`an de dewleta Tirk bi şev û roj gundên Soxanekê, Qinêtrê, Meranaz û Meyasê yên Şêrawayê bi 12 obîsan, doçka û bombeavêjan topbaran kirin.

Di 9`ê Tîrmeha 2021`an de dewleta Tirk bi şev û roj gundên Elqamiyê, Kilutê, Aqîbê, Bênê, Meranaz, Malikiyê, Şewarxa, Kelê, Semûqa, Eyn Deqnê, Minix û Bêlûniyê yên Şehba û Şêrawayê bi 57 hawanan, 18 obîsan, doçka û bombeavêjan topbaran kirin. Her wiha balafirên keşfê û yên şer li ser xeta Şehba geriyan.

Di 10`ê Tîrmeha 2021`an de dewleta Tirk bi şev û roj gundên Eyn Deqnê, Bêlûniyê, Meranaz, Malikiyê û Aqîbê yên Şehba û Şêrawayê bi 16 obîsan û doçkayê kirin hedef. Balafirên keşfê li ser xeta Şehbayê geriyan.

Di 11`ê Tîrmeha 2021`an de dewleta Tirk bi şev û roj gundên Meranaz, Malikiyê, Ş. Xabûr, Elqamiyê, Eyn Deqnê, Bêlûniyê û Hirbil ên Şehba û Şêrawayê bi 24 hawanan û 10 obîsan topbaran kirin. Balafirên şer û yên keşfê li ser xeta Şehba û Şêrawayê firiyan.

Di 12`ê Tîrmeha 2021`an de dewleta Tirk bi şev û roj gundên Îrşadiyê, Soxanekê, Dêrjimêlê, Şewarxa, Malikiyê, Meranaz, Til Rifet û Mişêrfê yên Şehba û Şêrawayê bi 13 obîsan û 10 hawanan topbaran kirin. Her wiha balafirên şer li Til Rifetê da.

Di 13`ê Tîrmeha 2021`an de dewleta Tirk bi şev û roj gundên Elqamiyê, Meranaz, Malikiyê û Semûqa yên Şehba û Şêrawayê bi 17 obîsan û doçkayê topbaran kirin. Li ser xeta Şehba û Şêrawayê balafirên keşfê û yên şer geriyan.

Di 14`ê Tîrmeha 2021`an de dewleta Tirk bi şev û roj gundên Şêx îsa, Eyn Deqnê, Bêlûniyê, Malîkiyê, Elqamiyê, Îrşadiyê, Geliyê Meyasê, Aqîbê, Bênê, Qinêtrê, Soxanekê, Hirçê Soxanekê, Ziyaretê û Şêwarxa yên Şehba û Şêrawayê bi 45 hawanan û 74 obîsan kirin hedef. Balafirên keşfê û yên şer li ser xeta Şehba û Şêrawayê geriyan.

Di 15`ê Tîrmeha 2021`an de dewleta Tirk bi şev û roj gundên Soxanekê, Elqamiyê, Meranaz û Malikiyê yên Şêrawayê bi 18 hawanan kirin hedef.

Di 16`ê Tîrmeha 2021`an de dewleta Tirk bi şev û roj gundên Sêmefreq, Aqîbê, Tepe Ş.Xabûr, Bênê, Hirçê Soxanekê, Dêrcimêlê, Ziyaretê, Xirêbkê, Îrşadiyê, Meranaz, Semûqa, Şêx Îsa, Tepe Xwêdê û Bêlûniyê yên Şehba û Şêrawayê bi 69 hawan û 87 obîsan topbaran kirin. Balafirên keşfê û yên şer li ser xeta Şehba û Şêrawayê geriyan

Di 17`ê Tîrmeha 2021`an de dewleta Tirk bi şev û roj gundên Semûqa, Meranaz, Malikiyê, Elqamiyê û Kefer Naya yên Şehba û Şêrawayê bi 12 obîsan û 8 hawanan topbaran kirin. Li ser xeta Şehba û Şêrawayê balafirên keşfê û yên şer geriyan.

Di 18`ê Tîrmeha 2021`an de dewleta Tirk bi şev û roj Nuqteya şehîd Birûsk û gundên Qinêtrê û Bêlûniyê yên Şehba û Şêrawayê bi 8 obîsan, 6 hawanan û 4 guleyên tankan kirin hedef.

Di 19`ê Tîrmeha 2021`an de dewleta Tirk bi şev û roj gundên Meranaz, Soxanekê, Aqîbê, Birc Qasê, Meyasê û kilotê yên Şêrawayê bi doçka, 9 hawan û 7 obîsan topbaran kirin. Her wiha balafirên keşfê li ser xeta Şêrawayê geriyan. Dem demê bombeyên ronahiyêv hat bikaranîn.

Di 20`ê Tîrmeha 2021`an de dewleta Tirk bi şev û roj gundên Meranaz, Elqamiyê, Malikiyê, Semûqa, Hirbil û Bêlûniyê yên Şehba û Şêrawayê bi 38 obîsan hedef girtin. Her wiha li ser xeta Şehba û Şêrawayê balafiên keşfê firiyan.

Di 21`ê Tîrmeha 2021`an de dewleta Tirk bi şev û roj gundên Soxanekê, Meranazê, Malikiyê û Nibilê yên Şehba û Şêrawayê bi 12 obîs û 9 hawanan topbaran kirin. Balafirên keşfê û yên şer li ser xeta Şehba û Şêrawayê geriyan.

Di 22`ê Tîrmeha 2021`an de dewleta Tirk bi şev û roj gundên Bênê, Dêrjimêlê, Tirbê Aqîbê, Tepe Ş.Birûsk û Soxanekê yên Şehba û Şêrawayê bi 37 obîsan û 15 hawanan topbaran kirin. Li ser xeta Şehba û Şêrawayê balafirên keşfê û yên şer geriyan.

Di 23`ê Tîrmeha 2021`an de dewleta Tirk bi şev û roj gundên Meranaz, Qinêtrê, Kilutê, Malîkiyê, Şêwarqa, Tepe Xwêdê, Tepe Gêra û Şêx Îsa yên Şehba û Şêrawayê bi 23 obîsan û 17 hawanan topbaran kirin. Balafirên keşfê li ser xeta Şehbayê geriyan.

Di 24`ê Tîrmeha 2021`an de dewleta Tirk bi şev û roj gundên Meranaz, Tepey Ş.Xabûr, Bênê, Malîkiyê, Meyasê, Xirabê Şemsê, Tepe Gêra, Şêx îsa û Eyn Deqnê yên Şehba û Şêrawayê bi 10 obîsan û 17 guleyan topbaran kirin. Balafirên keşfê û yên şer liser xeta Şehba û Şêrewayê geriyan. Her wiha dewleta Tirk a dagirker agir berda hirşê Soxanekê.

Di 25`ê Tîrmeha 2021`an de dewleta Tirk bi şev û roj gundên Meranaz, Malikiyê, Bênê, Aqîbê, Dêrjimêlê, Meyasê, Îrşadiyê, Tatmaraş, Tepe Ş.Xabur, Tepe Ş.Çayan, Soxanekê, Kilotê, Xirêbkê, Til Eneb, Til Cîcan, Zewyan, Medyûnê, Tepe Gêra, Şêxîsa, Bêlûniyê, Eyn Deqnê, Semûqa, Til Medîq û Ehrezê yên Şehba û Şêrawayê bi 500 obîsan û nêzî 300 hawanan, 10 guleyên tank, 4 guleyên fûze topbaran kirin. li ser xeta Şehba û Şêrawayê balafirên keşfê û yên şer geriyan.

Di 26`ê Tîrmeha 2021`an de dewleta Tirk bi şev û roj gundên Meranaz, Tepe Ş.Xabûr, Kilutê, Şêx Îsa, Bêlûniyê, Minix û Eyn Deqnê bi 200 obîsan û 100 hawanan topbaran kirin. Balafirên keşfê û yên şer li ser xeta Şehba û Şêrawayê geriyan.

Di 28`ê Tîrmeha 2021`an de dewleta Tirk bi şev û roj gundên Elqemiyê, Şewarxa, Tinib, Soxanekê, Qinêtrê, Meyasê, Malikiyê, Bênê û Birc Qasê bi 70 hawanan û 80 obîsan topbaran kirin. Her wiha balafirên keşfê û yên şer li ser xeta Şehba û Şêrawayê geriyan.

Di 29`ê Tîrmeha 2021`an de dewleta Tirk bi şev û roj gundên Şewarxa, Merenaz, Alqemiyê, Bêlûniyê, Til Medîq ên Şehba û Şêrawayê bi 50 obîsan kirin hedef. Li ser xeta Şehba û Şêrawayê balafirên şer û yên keşfê geriyan.

Di 30`ê Tîrmeha 2021`an de dewleta Tirk bi şev û roj gundên Bêlûniye, Eyn Deqnê, Til Eneb, Semûqa, Maranaz, Malikiye, Şewarxa û Soxanekê yên Şehba û Şêrawayê bi 40 obîsan û doçkayê topbaran kirin. Balafirên  kefşê li ser herêmê geriyan.

Di 31`ê Tîrmeha 2021`an de dewleta Tirk bi şev û roj gundên Bêlûniyê, Eyn Deqnê, Tepe Gêra, Til Eneb, Semûqa, Merenaz, Soxanekê, Malikiyê, Şewarxa yên Şehba û Şêrawayê bi doçka, 60 obîsan topbaran kirin. Balafirên keşfê û yên şer li ser xeta herêmê geriyan.

Di dîroka 12`ê Tîrmeha 2021’an de artêşa Tirk a dagirker Til Rifetê bi dronê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 5 sivîl birîndar bûn di nava wan de yek zarok ji bi gîranî birîndar bû.

Navên birîndaran wiha ne:

1- Mihemed welîd Ereb (5) ji navçeya Reco ya kantona Efrînê ye.

2- Hêvîn Reşîd (40) ji navçeya Reco ya kantona Efrînê ye.

3- Nîhad Mihemed Elî (32) ji navçeya Reco ya kantona Efrînê ye.

4- Sozan memo (30) ji navçeya Reco ya kantona Efrînê ye.

5- Zeyneb Ehmed Ereb (40) ji navçeya Reco ya kantona Efrînê ye.

ANHA