Malbatên Şehîdan li ser êrişa PDK`ê: Divê gelê Kurd siyasetên îxanetê eşkere bike

Meclisên Malbatên Şehîdan ên herêma Cizîrê êrişa PDK`ê li dijî gerîlayên HPG`ê li herêma Xelîfanê ku di encamê de hejmareke gerîla şehîd bûn, şermezar kirin û gotin ku hêzên Barzanî ji bo derxistina şerê navxweyî êriş kirine.

Malbatên Şehîdan li ser êrişa PDK`ê: Divê gelê Kurd siyasetên îxanetê eşkere bike
Malbatên Şehîdan li ser êrişa PDK`ê: Divê gelê Kurd siyasetên îxanetê eşkere bike
Malbatên Şehîdan li ser êrişa PDK`ê: Divê gelê Kurd siyasetên îxanetê eşkere bike
Malbatên Şehîdan li ser êrişa PDK`ê: Divê gelê Kurd siyasetên îxanetê eşkere bike
Malbatên Şehîdan li ser êrişa PDK`ê: Divê gelê Kurd siyasetên îxanetê eşkere bike
Malbatên Şehîdan li ser êrişa PDK`ê: Divê gelê Kurd siyasetên îxanetê eşkere bike
30 tîrmeh, 2021   10:12
QAMIŞLO

Meclisên Malbatên Şehîdan ên herêma Cizîrê bi daxuyaniyeke hevbeş êrişa 26`ê Tîrmehê li dijî hêzên gerîla yên li herêma Xelîfan a Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Li Dêrikê daxuyanî li navarasta bajêr hate dayîn û ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Şadiye Yûsivê ve hate xwendin. Li Qamişlo jî Masûm Hesen daxuyanî li goristana şehîd Delîl Saroxan xwend. Şehnaz Ebdo jî li navçeya Girkê Legê daxuyanî li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan hate dayîn. li Til Temirê Hedle Yûnis, li Tirbespiyê Nisrîn El-Husên, li Çilaxa Dunya Îsmaîl û li Hesekê jî Rojda Ehmed daxuyanî xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Bûyern niha li Başûrê Kurdistanê rû didin û êrişên dagirkeriya Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, hedefgirtina gundên bi ewle û tirsandina sivîlan, her wiha bikaranîna aliyên kurdî di şer de, xizmeta berjewendiyên Kurdan nake lê belê dikeve berjewendiyên dewleta Tirk a faşîst.”

DANÎNA KEMÎNAN LI PÊŞIYA GERÎLA, CIHÊ ŞERMEZARIYÊ YE

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku rêya ku PDK`ê zêdetirî 50 sal in tê de dimeşe, tenê xizmeta berjewendiyên Tirkiyê û malbata li ser hikumê li Başûr dike û wiha dewam kir: “Bûyerên dawîn ên ku mîlîsên PDK`ê derxistine û danîna kemînan li pêşiya gerîlayên HPG``ê ku di encamê de hejmareke gerîla şehîd bû, cihê şermezariyê ye.

Hedefgirtina hêzên tevgera rizgariyê ya Kurdistanê û şehîdxistina 3 gerîlayan, xizmeta xeta nîştimanî nake, lê belê ew pêkanîna ajandeyên Tirkiyê ye. Armanca pêkanîna wê yekê li ser xwesteka dewleta Tirk a faşîst, têkbirina hevgirtina nîştimanî û sekinandina li hemberî projeya neteweya demokratîk, yekitiya kurdî û derbkirina projeya biratiya gelan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.”

Di daxuyaniyê de bang li gelê Kurdistanê û gelên azadîxwaz li her derê hate kirin û wiha hate gotin: “Em di qonaxeke dîrokî ya têkoşîna nîştimanî re derbas dibin. Me bi saya xwîna şehîdan û fikrê neteweya demokratîk û fikrê rêber Apo destkeftiyên dîrokî bi dest xistin da ku bibe bingeheke bi hêz û bikeve xizmeta xeta têkoşîna gelê me yê berxwedêr.”

DIVÊ REWŞENBÎR Û WELATPARÊZ SIYASETA ÎXANETÊ EŞKERE BIKIN

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ji niha û pê ve em ji bo yekirina refa kurdî û ji bo berjewendiyên doza nîştimanî, em bi hev re kar bikin. Divê rewşenbîr û welatparêz û hemû beşên civakê siyasetên îxanetê eşkere bikin, ji ber ku xwîna şehîdan ne erzan e û di oxira bidestxistina azadî û demokrasiyê de hate rijandin.”

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/DWtEEKhegTs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe><iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/qQJ7cFUr4Zc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe><iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/5xDYL9lqQGY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe><iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/DUItOZ3t0cg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe><iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/yIKDlLAIOWI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe><iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/bADPOCHqs5s" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>