Mihemed El-Neîmî: Divê dewelta Tirk li gorî sîstema Roma ya bingehîn were cezakirin

Hiqûqnas Mihemed El-Neîmî da zanîn ku qutkirina avê ji hêla dewleta Tirk ve li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcekî dijmirovî ye û divê dewleta Tirk li gorî sîstema Romayê ya bingehîn were cezakirin.

Mihemed El-Neîmî: Divê dewelta Tirk li gorî sîstema Roma ya bingehîn were cezakirin
30 tîrmeh, 2021   08:45
QAMIŞLO-EHMED SEMÎR

Dewleta Tirk şerê avê li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya qutkirina ava Firatê û ava stasyona Elokê didomîne. Ev jî binpêkirineke eşkere ya peyman û qanûnên navneteweyî ye.

Dewleta Tirk a dagirker ji 27’ê Çileya borî ve ava çemê Firatê qut dike û rewşa trajîk ên ku Sûriyê tê re derbas dibe, bi kar tîne. Dewleta Tirk di her saniyekê de 200 metrekab av berdide xaka Sûriyê. Ev miqdar li gorî lihevkirina di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk de ya sala 1987`an gelek kêm e. 

Tevî xeteriyên mezin ên ji ber qutkirina avê jî, lê civaka navneteweyî yan jî rêxistinên hiqûqî tu bertek an jî helwelsteke cidî li hemberî siyasetên dewleta Tirk ên li dijî bi milyonan şêniyan, nîşan nedaye.

Girêdayî vê yekê, hiqûqnas Mihemed El-Neîmî ji ajansa me re axivî û ev nirxandin kir: "Dewleta Tirk di siyasetên xwe yên dijberî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de berdewam e û xeteriyeke mezin li ser ewlehî û aramiyê navnetweyî çêdike, ku ew her du armancên sereke yên madeya yekemîn a peymana 1945’an a Neteweyên Yekbûyî (NY) ne."

El-Neîmî diyar kir ku qutkirina avê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcekî dermirovî ye û li gorî sîstema Romayê ya bingehîn a sala 1998’an tê cezakirin.

El-Neîmî destnîşan kir ku li gorî madeya 7`an ji sîstema bingehîn a Romayê, dewleta Tirk bi qutkirina avê sûcekî dermirovî pêk tîne û wiha domand: "Pirsgirêka qutkirina avê bi bêdengiya navneteweyî û rêxistinên navneteweyî ya mafên mirovan ve girêdayî ye. Ev bêdengî bi guman e. Her wiha baweriya gelên herêmê bi kesên îdiaya parastina mirovahî, parastina mafan û qanûnên navneteweyî dikin, nemaye."

Têkildarî girîngiya muhsabekirina dewleta Tirk li ser sûcên wê yên li dijî gelên herêmê, El-Neîmî wiha axivî: "Divê civaka navneteweyî bi lez sînorekî ji sûcên dewleta Tirk re deyne. Ji ber qutkirina avê ji hêla dewleta Tirk ve wekî sûcên qetilkirin, tecawîzkirin, revandin, bazirganiya mirovan, wêrankirina zeviyan û şandina çeteyan ji herêmê re, tê hesibandin."

El-Neîmî da zanîn ku sûcên dewleta Tirk li dijî qanûnên navneteweyî yên giştî ne û ev yek lê zêde kir: "Dema em dibêjin qanûnên navneteweyî, em behsa peymanên navneteweyî dikin bi taybet her çar peymanên Cinêvê yên sala 1947’an. Dewleta Tirk bi van sûcên xwe peymana NY’yê bin pê dikin."

Hiqûqnas Mihemed El-Neîmî bang li Meclisa Ewlehiyê ya NY’yî, Dadgeha Cezayan a Navneteweyî, Dadgeha Lahay û Dadgeha Mafên Mirovan a Strasbourgê kir ku bi awayekî lezgîn têkildarî sûcên dewleta Tirk tevbigerin.

(fr)

ANHA