Rojnameyên erebî: Dijwariya şerê li Derayê rejîma Sûriyê şoq dihêle

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de behsa gengeşiya li Dera, nêzîkbûna Rûsya û Amerîka li hemberî Sûriyê û rewşa Tûnisê kir.

Rojnameyên erebî: Dijwariya şerê li Derayê rejîma Sûriyê şoq dihêle
30 tîrmeh, 2021   07:24
NAVENDA NÛÇEYAN

REJÎMA SÛRIYÊ JI ŞERÊ DIJWAR LI BAŞÛRÊ WELÊT ŞOQ MAYE

Rojnameya Şerq El-Ewsat têkildarî şerê li Derayê wiha nivîsî: “Rejîma Sûriyê ji şerê dijwar ê li başûrê welêt şoq ma. Hin çekdarên dijberî hikumetê êrişî bendên ewlehiyê kirin û hejmareke leşkerên artêşê dîl girtin. Ew yek piştî topbarana dijwar a ji aliyê Furqeya 4`an ya girêdayî birayê Beşar Esed, Mahir Esed ve li dijî taxên Dera û gundewarên wê, pêk hat.

Dera wekî navenda destpêkirina xwepêşandanên gelê Sûriyê ku beriya 10 salan li dijî rejîmê dest pê kirin, tê hesibandin. Tevî ku komên opozîsyonê li wir lihevkirineke çareseriyê bi navbeynkariya Rûsyayê bi hikumeta Şamê re îmze kiribû jî, lê belê Dera parêzgeha Sûriyê ya yekane ye ku hîna çekdarên opozîsyonê tê de ne.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku li Derayê şerekî dijwar derketiye û di encamê de 8 endamên hêzên rejîmê û alîgirên wê, her wiha 5 çekdarên komên opozîsyonê hatine kuştin. Her wiha SOHR`ê ragihand ku di topbarana rejîmê li ser bajarokê Yadûdê yê girêdayî Derayê de 5 sivîl hatine kuştin û hejmareke din birîndar bûye. Her wiha destnîşan kir ku çekdarên dijberên hikumetê 18 bendên kontrolê xistine bin serweriya xwe û li 11 herêmên li rojhilatê Derayê nuqteyên rejîmê û hêzên ewlekariyê yên girêdayî wê hatine valakirin. Li aliyekî din jî zêdetirî 40 endamên hêzên rejîmê hatine dîlgirtin.

Komên Derayê li ser avakirina şandeyeke hevbeş li hev kirin, ku duh êvarê ew şande bi efserên ji baregeha Himêmîm a Rûsyayê re civiya da ku ji bo lihevkirina nû dan û standinan bikin.”

NÊZÎKBÛNA AMERÎKA-RÛSYA TÊKILDRAÎ SÛRIYÊ

Dîsa têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: “Bandorên civîna serokê Rûsya Vladmîr Pûtîn û serokê Amerîkayê Jeo Biden ya meha borî li Cinêvê, êdî li ser gelek astan û di nav de Sûriyê zêdetir xuya dibin. Di gelek bone û daxuyaniyan de nêzîkbûna her dua liyan bi awayekî berçav derket pêş.

Balyozê Rûsya li Washingtonê Anatoly Antonov têkildarî vê nêzîkbûnê daxuyand ku pirsporên Moskov û Washingtonê têkildarî Sûriyê diyalogê dikin. Antonov teqezî bi girîngiya parastina peywendiyên têkildarî Sûriyê kir û destnîşan kir ku her du alî vê girîngiyê dizanin.

Anatoly Antonov daxuyand ku Moksov dixwaze têkildarî Sûriyê di hemû aliyan de bi rêveberiya Biden re hevkariyê bike û di nav de qonaxa jinûve avakirinê ya piştî bidawîbûna şer, alîkariyên mirovî, vegera penaberên Sûriyê û di têkoşîna li dijî terorê de.”

HEWLDANÊN SEROKÊ TÛNISÊ JI BO TÊKOŞÎNA LI DJIÎ GENDELIYÊ

Rojnameya El-Ereb jî di rewşa Tûnisê de wiha got: “Serokê Tûnisê Qeys Seîd di civîneke bi serkêşiya artêşê de, soz da ku wê qanûnekê derxe da ku pereyên li welêt hatine dizîn vegerîne. Çavdêr vê gavê wekî hewldanên cidî yên serokê ji bo têkoşîna li dijî gendeliyê û vekirina dozên ji beriya gelek salan ve bi girêk, dinirxînin.”

(cx)