Koçberên Efrînê: Biryara UNICEF ya kêmkirina avê dikeve ximzeta dagirkeriyê

Koçerên Efrînê dan zanîn ku biryara UNICEF a kêmkirin ava vexwarinê ji ser kantona Şehbayê israra wan a berxwedanê kêm nake û gotin ku ev biryar dikeve ximzeta dagirkeriya Tirk û hikumeta Şamê.

Koçberên Efrînê: Biryara UNICEF ya kêmkirina avê dikeve ximzeta dagirkeriyê
30 tîrmeh, 2021   07:10
ŞEHBA-ALAN REŞÎD

UNICEF ji 11’ê vê mehê ve miqdara ava vexwarinê li ser koçberên li kantona Şehbayê dimînin heta kêmî nîvî kêm kiriye.

UNICEF`ê berê 2 hezar û 400 metrekab av dida kantona Şehbayê, lê niha bi bihaneya ku ew nikare lêçûna wê bide, tenê hezar metrekab dide.

‛LI HEMBER KOÇBERAN SIYASETEKE DUALÎ TÊ MEŞANDIN KU BERXWEDANÊ LAWAZ BIKIN’

Têkildarî vê, Hevserokê Navçeya Ehrezê Fewzî Silêman got: "Siyaseta ku UNICEF`ê dimeşîne di radeya yekemîn de dikeve xizmeta dagirkeriya Tirk, çeteyên wê û hikumeta Şamê."

Silêman wiha domand: "Şêniyên Efrînê di malên nîvwêrankirî û kampan de li gel topbarana bê ser û ber a dagirkeriya Tirk û dorpêça hikumeta Şamê dijîn û li ber xwe didin."

Têkilarî armanca biryara UNICEF`ê, topbarana dewleta Tirk û ambargoya hikumeta Şamê Silêman ev yek destnîşan kir: "Ew bi vê yekê armanc dikin ku me careke din koçber bikin û berxwedana me lawaz bikin. Her wiha tiştê UNICEF`ê di destpêka vê mehê de kiriye cihê mixabîniyê ye. Ji ber di demekê de ku germahî zêde dibe UNICEF`a ku îdiaya mirovahiyê dike, miqdara avê kêm kir."

Silêman wiha pê de çû: "Zêdetirî 4 hezar malbatên li Ehrezê ji şêniyên resen û koçberên Efrînê ne û bi xeteriya kêmbûna avê re rû bi rû mane. Ji ber UNICEF`ê av li ser navçeyê kêm kiriye. Lê şêniyên Efrînê di berxwedana xwe ya li hember van siyasetan de berdewam in."

‛BÎREK NIKARE PÊDIVIYA ŞÊNIYAN YA AVÊ DABÎN BIKE’

Hevserokê Şaredariya Gel a Ehrezê Hisên Mihemed der barê mijarê de wiha axivî: "Tenê bîreke avê li navçeya heye û ew jî nikare pêdiviyên şêniyan dabîn bike."

Mihemed eşkere kir ku ji ber kêmbûna barîna baranê jî êdî ew bîr ziwa dibe.

Ji bo çareserkirina aloziya kêmbûna ava vexwarinê Mihemed ev agahî parve kir: "Em hewl didin bîreke din bikolin ku pêdiviyên şêniyan peyda bikin."

Mihemed bang li UNICEF`ê kir ku ji nû ve biryara xwe di ber çavan re derbas bike, ji ber ku nakeve ximzeta mirovahiyê.

Koçbera bi navê Ferîde Şêx Yaqûb a ji şêniyên Efrînê ku li Ehrezê dimîne da zanîn ku tevî topbarana bêserûber a dewleta Tirk, ambargoya li ser herêmê û kêmkirina avê ji hêla UNICEF`ê ve berxwedana wan lawaz nabe û dê heta rizgarkirina Efrînê berxwedana xwe berdewam bikin.

(fr)

ANHA