Koçberên Serêkaniyê bang li DYA`yê kir: Divê hemû komên çete bikevin lîsteya reş

Komîteya koçberên Serêkaniyê kêfxweşiya ji ber cezayên ku wezareta Xezîneya Amerîkayê li dijî çeteyên Ehrar El-Şam û serçeteyên wê birî eşkere kir û bang li DYA`yê kir ku wan pêşkêşî edaletê bikin da ku hesab ji wan û hevalbenda wan dewleta Tirk bixwazin.

Koçberên Serêkaniyê bang li DYA`yê kir: Divê hemû komên çete bikevin lîsteya reş
29 tîrmeh, 2021   12:17
HESEKÊ

Wezareta Xezîneya Amerîkayê duh ragihand ku li dijî 8 ferd û 10 blokên Sûriyê û çeteyên Ehrar  El-Şam û serçeteyên wê yên girêdayî çeteyên A"rtêşa Niştîmanî ya Sûriyê", ceza birîn.

Têkildarî mijarê komîteya koçberên Serêkaniyê daxuyaniyek da û tê de bal kişand ser biryara xistina koma Ehrar El-Şerqiye, serçeteyê wê Ehmed Ihsan Feyad El-Hayis ku bi navê (Ebû Hatim Şeqra) tê naskirin, birayê wî Rayid Casim El-Hayis ku bi navê "Ebû Cwfer Şeqra) tê naskirin di nava lîsteya kesên ku weke terorîst de têne xwestin de.

Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin, çeteyan sûcên xeternak, leşkerkirina zarokan û  tevlîbûna endamên DAIŞ`ê yên berê di nava koma xwe de pêk anî û destnîşan kir ku ev biryar hêviyê çêdike ku hesab dê ji sûcdar û terorîstan were xwestin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev koma ku Itîlafa Sûriyê nûneriya wê dike û derfet daye wan ku tev li civînên bi rêveberên wan re bibe, gelek sûc pêk anîne ji wan qetilkirina Sekretêra Giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hevrîn Xelef û hevalên wê her wiha li bajarê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî gelek sûc li dijî niştecihên resen kirin, mal û milkên wan talan dikin û wan koçber dikin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku ew li bendê ne ku hemû komên çete yên xwe radestî dewleta Tirk kirine û hiştine ku Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bên dagirkirin, her wiha yên li dijî sivîlan binnpêkirin pêk anîne, ew jî bikevin nava lîsteya reş.

Komîteyê di daxuyaniya xwe de bang li DYA`yê kir ku sûcdaran pêşkêşî edaletê bikin da ku hesab ji wan û hevalbenda wan dewleta Tirk bixwazin, wan ji herêmên dagirkirî derxînin û şênî bi garantorên navneteweyî li warê xwe vegerin.

(bx)

ANHA