Li Derayê şer; 13 çekdar hatin kuştin, 15 endamên hêzên hikumetê dîl hatin girtin

Li Derayê hêzên hikumeta Şam û çekdarên herêmî bi hev ketin. Di encamê de ji her du aliyan 13 kes hatin kuştin. Çekdaran 15 endamên hêzên hikumetê dîl girtin û gelek nuqteyên kontrolê yên hikumetê xistin bin kontrola xwe.

Li Derayê şer; 13 çekdar hatin kuştin, 15 endamên hêzên hikumetê dîl hatin girtin
29 tîrmeh, 2021   12:22
NAVENDA NÛÇEYAN

8 endamên hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wan û 3 çekdarên herêmî jî hatin kuştin.  Her wiha di encama topbarana ji aliyê hêzên hkumeta Şamê li dijî Dera El-Beled, 2 kes hatin kuştin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ragihamd ku dibe ku hejimara kuştiyan zêde bibe.

Ji aliyekî din ve jî, çekdarên herêmî zêdetirî 15 endamên hêzên hikumeta Şamê li gundewarê rojhilat û rojavayê Derayê dîl girtin û çek, cebilxane û tankên hêzên hikumetê desteser kirin.

SOHR'ê denîşan kir ku çekdaran nuqteya Sêda û Um El-Meyazin a li gundewarê rojhilatê Derayê kontrol kirin. Hat zanîn ku çekdaran hin nuqteyên din li rojhilatê Derayê, her wiha nuqteya  li rojavayê gundewarê Dera, kontrol kirin.

Hêzên hikumeta Şamê herêmên cuda yên Dera El-Beled li bajarê Derayê bi çekên giran topbaran kir. Di encamê de kesek hat kuştin û yek jî birîndar bû.

Piştî ku danûstandinên di navbera hikumeta Şamê û şêniyên Dera El-Beled de negihîştin tu encamê, şer dest pê kir.

(dx)