Di şerê bi Azerbêcanê re 3 leşkerên Ermenistanê hatin kuştin

Wezareta Parastinê ya Ermenistanê roja çarşemê ragihand ku 3 leşkerên wan di şerên li ser sînor bi Azerbêcanê re, hatin kuştin.

Di şerê bi Azerbêcanê re 3 leşkerên Ermenistanê hatin kuştin
28 tîrmeh, 2021   10:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî AFP'ê, Wezareta Parastinê ya Ermenistanê bi daxuyaniyekê diyar kir ku di encama opersyonên hêzên çekdar ên li dijî êrişên hêzên Azerbêcanê de, 3 leşkerên Ermen hatine kuştin û 2 birîndar bûne.

Li gorî Wezareta Karên Derve ya Ermenistanê, hêzên Azerbêcanê seat di 3:40'an de êrişek li dijî baregehên Ermenistanê pêk anîn û piştre şer derket.

Her wiha Wezareta Parastinê ya Azerbêcanê di daxuyaniya xwe de ragihand ku şer derdora seat di 00.50'an de dest pê kir, her wiha Bako, hêzên Ermenistanê bi bikaranîna çekên sivik û bombeyan tawanbar kir.

(dm)