​​​​​​​Berpirsekî payebilind ê Amerîkayê: Hêzên me dê li Sûriyê bimînin

Li gorî berpirsekî amerîkî, wê serokê Amerîkayê nêzî 900 leşkerî ji bo destekdayîn û pêşkêşkirina şêwermendiyê ji QSD`ê re ku şerê çeteyên DAIŞ`ê dike, li Sûriyê bihêle.

​​​​​​​Berpirsekî payebilind ê Amerîkayê: Hêzên me dê li Sûriyê bimînin
28 tîrmeh, 2021   09:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Jeo Biden dê hemû hêzên xwe ji Efganistanê bikşîne û bi awayekî fermî veguhere rola şêwermendiyê Ii Iraqê.

Li gorî berpirsan ji rojnameya Politico ya Amerîkî re got, bi sedan hêzên Amerîka dê li Sûriyê bimînin.

Nêzî 900 leşkerên Amerîkayê ji bo berdewamkirina destekdayîn û pêşkêşkirina şêwermendiyê ji QSD`ê re ya ku şerê DAIŞ`ê dike, dê li Sûriyê bimînin.

Berpirsê payebilind di rêveberiya Biden de destnîşan kir ku ew destekê di şerê li dijî DAIŞ`ê didin QSD`ê, ew jî serkeftî bû û dê vê yekê dewam bikin.

Lêkolînerê di navenda lêkolînên stratîjîk û navneteweyî Will Todman piştrast kir ku hebûna hêzên Amerîkayê destekê dide astengkirina armanca Îranê di avakirina korîdoreke erdnîgarî ku Tehran, Lubnan û Deryaya Spî bi hev girê bide.

(bx)