Dewreya duyemîn a ezmûnên refa 12`an li herêma Cizîrê dest pê kir

Îro dewreya duyemîn ji ezmûnên dawiya salê ya refa 12`an li herêma Cizîrê dest pê kir. Nêzî 2 hezar xwendekar tev li dewreya duyemîn bûne.

Dewreya duyemîn a ezmûnên refa 12`an li herêma Cizîrê dest pê kir
Dewreya duyemîn a ezmûnên refa 12`an li herêma Cizîrê dest pê kir
Dewreya duyemîn a ezmûnên refa 12`an li herêma Cizîrê dest pê kir
Dewreya duyemîn a ezmûnên refa 12`an li herêma Cizîrê dest pê kir
Dewreya duyemîn a ezmûnên refa 12`an li herêma Cizîrê dest pê kir
28 tîrmeh, 2021   08:26
QAMIŞLO

Di 27`ê Hezîranê borî de ezmûnên dawiya salê ya refa 12`an (dewreya yekemîn) bi dawî bûn. Piştre encamên ezmûnan derketin û rêjeya xwedenkarên ku bi ser ketine ji sedî 63 bû. Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê ji bo alîkariya xwendekaran bike, dewreyeke din (Tekmîlî) ragihand.

Îro bernameya dewreya duyemîn a ezmûnên refa 12`an li herêma Cizîrê dest pê kir. Li gorî Navenda Ezmûnan a herêma Cizîrê, hejmara xwendekarên ku tev li ezmûnên dewreya duyemîn (tekmîlî) dibin 2 hezar e.

Ji bo refa 12`an beşê wêjeyî ezmûn ji îro 28`ê Tîrmehê û heta 4`ê Tebaxê dewam dikin, ji bo beşê zanistî jî ezmûn ji îro ve heta 5`ê Tebaxê dewam dikin.

Hêjayî gotinê ye ku cara yekemîn e li herêma Cizîrê ev sîstema ezmûnan pêk tê.

3 hezar û 172 xwendekaran li herêma Cizîrê ezmûnên refa 12`an bi dawî kiribûn.

 (sb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/xb-u7a7LhYw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>