ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-07-2021'AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-07-2021'AN
24 tîrmeh, 2021   23:00

-Xerîb Hiso got, PDK'ê gunehekî neteweyî û kurdistanî dike, divê hêzên kurdistanî hesab jê bixwaze. Her wiha got: "PDK'ê kurdiyatiyê dikuje." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Birayê endamê Tikiliyên PYD'ê Mistefa Osman ê ji aliyê PDK'ê ve hatiye revandin, bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku tavilê çarenûsa birayê wî û endamên din zelal bike û got: "PDK'ê ji çarenûsa birayê min berpirsyar e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Siyasetmedaran nerazîbûn nîşanî revandina nûnerê Rêveberiya Xweser û endamên PYD'ê yên li Hewlêrê da û diyar kir ku ev kiryar xizmeta gelê Kurd nake û bandoreke neynî li diyalogên kurdî kurdî dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbatên şehîdan ên Til Temirê bang li civaka navneteweyî kir ku têkildarî êrişa li ser goristana şehîdan a Efrînê hesab ji dewleta Tirk a dagirker bixwaze û got:"Tu ol, qanûn û wijdan vekirina gorên şehîdan qebûl nakin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Koçberên Efrînê yên li kanotna Şehbayê dimînin serdana wezîrê karên hundirîn ê dewleta Tirk a ji bo Efrînê şermezar kir û got, armanca vê serdanê rewakirina dagirkirina Sûriyê ye.

-Tevgera Komunist a Şoreşger merasîmê bîranîan şehîdên komkujiya Pirsûsê di salvegera wê ya 6'an de bi bîr tînin. Bîranîn li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê tê lidarxistin, saet 14:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Mala Êzidiyan a Helebê konferansa xwe ya duyemîn li taxa Şêxmeqsûdê li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Li gorî raporan, Rûsya siyaseta xwe ya li hemberî êrişên Îsraîlê ya li Sûriyê diguherîne, di heman demê de Erdogan krîzên xwe bi rojavayan re kûrtir dike, lê vê carê jî bi rêya Qibirsê da ku serweriya xwe li Varohsa ferz bike. (BI WÊNE).

ANHA