​​​​​​​Xerîb Hiso: PDK’ê sûcekî neteweyî û Kurdistanî dike

Xerîb Hiso da zanîn ku PDK’ê sûcekî neteweyî û Kurdistanî dike û divê hêzên Kurdistanî wê PDK`ê ceza bikin û got."PDK’ê kurdiyatiyê qetil dike."

​​​​​​​Xerîb Hiso: PDK’ê sûcekî neteweyî û Kurdistanî dike
25 tîrmeh, 2021   07:06
NAVENDA NÛÇEYAN EKREM BEREKAT

Hêzên PDK’ê di 24’ê Tîrmehê de bi çekên giran êrişî herêma Çarçêla ya Metîna ya herêmên HPG’ê yên li Başûrê Kurdistanê kir, lê HPG’ê bersiva êrişî da ku şer rû nede.

Êrişên hêzên PDK’ê piştî 3 mehan ji êrişên bênavber ên artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê ku heta tu encam bi dest nexist, pêk hat. Li gorî HPG’ê artêşa Tirk derbeyên giran li Avaşîn, Zap û Metînayê xwarin.  HPG’ê eşkere kir ku di encama şerê 3 mehên borî li Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê de 494 leşkerên dagirkeriya Tirk hatin kuştin.

Têkildarî mijarê, Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso wiha got: "Artêşa Tirk ji 3 mehan zêdetir ve êrişî Başûrê Kurdistanê, lê yên ku bersiva êrişan didin HPG’ê û vîna gelê Kurdistanê ye."

Hiso wiha domand: "PDK’ê sînorê têkiliyan derbas kir û bû şirîkê dewleta Tirk a dagirker. Ev hevkarî li ser gel û civaka Kurdistanê xeteriyeke mezin e. Civaka Kurdistanê ji zêdetirî 3 mehan ve hişyariyê li ser siyaseta şaş  û xeteriya hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re dide ku nakevin xizmeta gelê Kurd û Kurdistanê."

Hiso wiha li gotina xwe zêde kir: "Mixabin, PDK’ê siyaseta yekalî ku cudatirî tevahî partiyên dîtir ên hikumeta Başûrê Kurdistanê dimeşîne û bû şirîkê fermî yê dagirkeriya Tirk. Siyaseta ku PDK’ê dimeşîne nakeve xizmeta berjewendî û hêviyên gelê Kurd, lê belê dikeve xizmet û ajandeyên dewleta Tirk a dagirker."

Hiso diyar kir ku gelê Kurd û Kurdistanê û tevahî hêzên Kurd gelek caran bang li PDK’ê kir ku hêzên xwe neşîne herêmên HPG’ê û herêmên ku şer têde rû dide û wiha dewam kir: "PDK’ê tu girîngî neda van bangan û hêzên xwe yên taybet sewqî wan herêman kirin."

Hiso anî ziman ku ji ber ku PDK`ê hêzên xwe rêdike wan herêman, şer rû dide.

‛PDK’Ê BI FERMANA DEWLETA TIRK TEV DIGERE’

Hiso êrişên hêzên PDK’ê bi çekên giran li dijî herêmên HPG’ê li Çarçêla ya herêma Metîna ya girêdayhî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û piştrast kir ku ev kiryar dikevin xizmeta ajandeyên dewleta Tirk a dagirker ku li ser destê HPG’ê derbeyên giran dixwin. Hiso wiha axaftina xwe berdewam kir: "Tişta ku em dibînin, dewleta Tirk a dagirker li Zap, Avaşîn û Metînayê derbeyên giran dixwin û nikare li hember HPG’ê li ber xwe bide."

Xerîb Hiso diyar kir ku êrişa dawî ya PDK’ê li dijî herêmên HPG’ê bi fermanên dagirkeriya Tirk pêk hat, ji ber PDK’ê bi biryareke Kurdistanî tev negare, lê bi biryara Tirkî tev digere û wiha domand: "PDK’ê hewl dide binketina xwe ya siyasî li Başûrê Kurdistanê bi êrişên li dijî PKK’ê binixumîne."

Hiso eşkere kir ku PDK’ê heta niha ji raya Kurdistanî re sedemên siyaseta xwe ya dijberî berjewendî û hêviyên gelê Kurd, armanca siyaseta dijminahî û hevkariya bi dewleta Tirk û çima dixwaze krîzê di Kurdistanê de kurtir bike û şerê navxweyî çêke, eşkere nekirin.

‛PDK’Ê KURDIYATIYÊ QETIL DIKE’

Hiso ji siyaseta PDK’ê matmayî ma û wiha got: "Dagirkeriya Tirk êrişî Başûrê Kurdistanê dike û li ser destên HPG’ê derbeyên giran dixwe û PDK’ê hewl dide şerê navxweyî çêke. Ev hemû di demekê de ku gelê Kurd hewl dide yekitiya xwe li dijî êrişên dewleta Tirk ên hovane yên li dijî Kurd û Kurdistanê de pêk tên, çêbike."

Hiso piştrast kir ku PDK’ê sûcekî neteweyî û Kurdistanî dike, divê hêzên Kurdistanî PDK’ê muhasebe bikin û wiha got: "Tevger û siyasetên PDK’ê ne Kurdistanî ne. Ji ber çi partî yan jî tevger îdia dike ku Kurdistanî ye, divê piştgiriya berxwedana HPG’ê ya li dijî êrişên dagirkeriya Tirk bike û nirxên Kurdistanî biparêze û parastina wê bike û tev li hêzên Kurd û Kurdistanê bibe."

Xerîb Hiso destnîşan kir ku PDK’ê siyaseta parçekirina civaka Kurd, qetilkirina kurdiyatiyê û têkbirina siyaseta Kurd pêk tîne û bang li PDK’ê kir dev ji vê siyaseta li dijî berjewendiyên gelê Kurd berde, ji ber destkeftiyên gelê Kurd têk dibe, her wiha sewqiyetên xwe li Herêmên Parastinê yên Medyayê rawestîne.

Hiso got  pêwîst e PDK’ê ji bin baskê dagirkeriya Tirk derkeve

Xerîb Hiso li dawiyê bang li tevahî hêz, partî, rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên ciwan û çandî yên li Başûrê Kurdistanê bi taybet û Kurdistanê bi giştî kir ku helwestên xwe ji siyasetên PDK’ê eşkere bikin.

(fr)

ANHA