Balafirên Rûsyayê bakurê Laziqiyê bomebebaran kir

Balafirên şer ên Rûsyayê gundewarên bakurê Laziqiyê bombebaran kirin.

  Balafirên Rûsyayê bakurê Laziqiyê bomebebaran kir
24 tîrmeh, 2021   14:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) balafirên şer ê Rûsyayê girên Kebanê yê bakurê gundewarê Laziqiyê kir armanc. Agahiyên li ser mijarê nehatin parvekirin.

Di heman demê de hêzên hikumeta Şamê bi mûşekan êriş birin ser Hereş Bênîn û herêmên din ên başûrê gundewarê Idlibê. Dîsa jî gundên Himêmat û El-Himêdiyê yên rojavayê Hemayê kir armanc.

SOHR'ê îro ragihandibû ku hêzên hikumeta Şamê herêmên Çiyayê Zawiyê yê li başûrê gundewarê Idlibê bi dijwarî tobparan kiriye û deverên Fetîre, Filêfil û Bênîn jî bi zêdetirî 40 mûşek û obusan kir armanc.

(eh)