NY’ê banga avakirina hikumetê  li Lubnanê kir

NY’yê bang li Lubnanê kir ku hikumetekê bi hemû erkên wê ava bike.

NY’ê banga avakirina hikumetê  li Lubnanê kir
24 tîrmeh, 2021   14:26
BEYRÛT

Cîgirê berdevê sekreterê giştî yê NY’yê Ferhan Heq wiha got: "Di civîna şêwirên girtî yên Konseya Ewlehiya Navneteweyî de ku pêncşemê hate lidarxistin û tê de wekîlê sekreterê giştî yê oparasyonên parastina aştiyê Jean-Pierre Lacroix amade bû, NY’yê li ser navê koordînatora navneteweyî ya taybet bi Lubnanê Guanauronica bang li Lubnanê kir ku hikumetekê ava bike."

Heq di civîna çapemeniyê de ku li navneda rêxistina navneteweyî ya li New Yorkê li dar xist ev tişt got: "Guanauronica îşaret pê kir ku li welat astengiyên civakî, aborî, darayî û siyasî hene û bandorê li welatiyan dike. Her wiha careke din banga avakirina hikumetê bi tevahî erkan kir da ku welat ber bi rêya rast ve bibe."

Heq destnîşan kir ku dê wekîlê sekreterê giştî yê oparasyonên parastina aştiyê Lacroix di 25 heta 30’yê Tîrmehê serdana Rojhilata Navîn bike.

Heq ragihand " Lacroix dê bi serdana Lubnan û Îsraîlê gelek civînan bi berpirsên hikumetê û xwediyên berjewendiyên sereke re li dar bixe, da ku oparasyonên hêzên parastina aştiya navnetneteweyî li başûrê Lubnanê(UNIFIL) nîqaş bike."

Seed El-Herîrî yê ku beriya 9 mehan ji bo avakirina hikumetê hatibû erkadarkirin, beriya du hefteyan lêborîn xwest.

Di encama nakokiya navbera Mîşêl Ewn û El-Herîrî de hikumeta Lubnanê ya bi serokatiya Hesan Diyab nehat avakirin. Diyab di 10’ê Tebaxa 2020’an de piştî teqîna li bendera Beyrûtê ku di encamê de zêdetirî 200 welatiyan jiyana xwe ji dest da, îstîfa kir.

Li aliyekî din jî wezîrên derve yên Yektiya Ewropayê çend roj berê ragihandibû ku dê cezayan li ser berpirsên lubnanî bibirin, ji ber aloziya berî dawiya vê mehê.

(fr)