Şehîd Hemze û Serhed bi merasîmekê li Kobanê hatin veşartin

Bi sedan şêniyên Kobanên cenazeyên şehîd Mehmûd Hemze û Ronî Serhed li Goristana Şehîd Dicle spartin axê

Şehîd Hemze û Serhed bi merasîmekê li Kobanê hatin veşartin
24 tîrmeh, 2021   17:45
KOBANÊ

Şervanê Yekîneyên Antî-Teror (YAT) yê QSD'ê Mehmûd Hemze (Mehmûd Kobanê), 21'ê Tîrmeha 2012'an di dema şopandina şaneyeke terorîst a DAIŞ`ê li gundewarê rojhilatê bajarê Hesekê gihîşt asta şehadete. Şervanê QSD'ê Ridwan Tot (Ronî Serhad) 19'êTîrmehê dema ku bersiva êrişa dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li ser navçeya Eyn Îsayê dida, şehîd bû. 

Bi sedan şêniyên Kobanê, di nav de endamên saziyên sivîl, Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, hêzên ewlekariyê û şervanên QSD'ê bi merasîmekê cenazeyên her du şehîdan li goristana Şehîd Dicle ya spartin axê.

/ar/uploads/files/2021/07/24/164819_kobane-sehid-28229.webp

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre Hevserokê Meclisa Leşkerî ya Herêma Firatê Îsmet Şêx Hesen di destpêkê de şehîdên şoreşê bi bîr anîn û wiha got: "Em mîna wan nabînin, ew pêşengên me ne. Şehîd Ronî bi hezaran kîlometer qut kirin ku şerê DAIŞ’ê bike."

Hesen wiha domand: "Ez ji şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dibêjim ku çer ku kesên mîna Mehmûd û Ronî hene tirsa li ser vê xakê û ji tiştekî din tune ye, lê belê em ê hemû astengiyan derbas bikin û bigihînin azadiya xwe."

/ar/uploads/files/2021/07/24/164838_kobane-sehid-28129.webp

Li aliyekî din jî Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Arif Balî wiha got: "Şehîd pêşengên me ne û her kesê canê xwe di oxira vê xakê de daye, zindî ye û bi rihê xwe wê diparêze. Ji me tê xwestin ku em şehîd ji xwe re bikin meşele. Ji ber Rojava banga me dike û dagirkerî êrişî me dike. Ji lew re divê em bi qasî berpirsiyartiya parastina vê xakê derkevin."

Piştî axaftinan, wesîqeyên şehadetê yên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên her du şehîdanû bi diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hatin veşartin.

(fr)

 ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/8Hrtay2RR04" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

/ar/uploads/files/2021/07/24/164951_kobane-sehid-28429.webp