Hêzên PDK`ê li herêma Metînayê êrişî nuqteyên gerîlayan kir

Hate ragihandin ku hêzên PDK’ê li devera Çarçel a herêma Metîna bi çekên giran êrîşî cihên gerîlayên HPG’ê kirine.

Hêzên PDK`ê li herêma Metînayê êrişî nuqteyên gerîlayan kir
24 tîrmeh, 2021   11:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku Rojnewsê ji çavkaniyên herêmî wergirtine, îro (24 tîrmeh) Ii devera Çarçel a herêma Metîna liv û tevgere zêde ya balafirên keşfê ya dewleta Tirk a dagirker çêbûye.

Çavkaniyan destnîşan kirin ku li gel liv û tevgera balafiran, hêzên PDK’ê li devera Çarçel ber bi qadên gerîla ve çûne û bi çekên giran ên wekî doçkayan êrîş kirine. Hat gotin ku di encama gulebaranê de li herêmê şewat derket û hîn didome.

Çavkaniyan gotin ku hêzên gerîla ji bo ku alozî zêde nebe, bersiv nedaye, lê liv û tevgera hêzên PDK’ê li herêmê didome. Her wiha balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker jî, li herêmê difirin.