Hikumeta Şamê xwe ji berpirsyariya rewşa Sûriyê dide alî

Partiya Komarparêz ya Kurdistanî li Sûriyê tawanên Wezareta Karên Derve ya hikumeta Şamê yên li dijî Rêveberiya Xweser şermezar kir û diyar kir ku hikumeta Şamê bi rêya hedefgirtina Rêveberiya Xweser hewl dide xwe ji berpirsyariya li hemberî bûyerên li Sûriyê bide alî.

Hikumeta Şamê xwe ji berpirsyariya rewşa Sûriyê dide alî
24 tîrmeh, 2021   11:34
REQA

Partiyê îro li Reqayê daxuyaniyek da raya giştî û tê de xîtaba hikumeta Şamê şermezar kir û bang lê kir ku li hemberî diyalogeke cidî û avaker vekirî be.

Berdevkê partiyê Mihemed El-Ebûd dauxyanî xwend.

Mihemed El-Ebûd destnîşan kir ku wek her car hikumeta Şamê bi rêya Wezareta Karên Derve projeya Rêveberiya Xweser bi zimanekî ji rewşa heyî û aqilmendiyê dûr, dike hedef, ji vê yekê armanc dike ku xwe ji berpirsyariya li hemberî rewşa Sûriyê bide alî.

El-Ebûd bibîr xist ku êdî ji hemûyan ve diyar bûye ku hikumeta Şamê hîna bi zihniyeta xwe ya dûrxistin, înkarkirin, paşguhkirin û projeya navendîbûnê bi israr e.

El-Ebûd wiha dewam kir:"Em ê projeya xwe ya nîştimanî ya sûrî berdewam bikin ku yekitiya civaka me û hevgirtina wê diparêze û hemû têgehên nijadperestiyê û helwestên şofanîst red dike. Divê hikumeta Şamê bi zimanekî mentiqî û aqilmend bi kar bîne. Ji xîtabên xwe yên her car dûr bikeve ku hemûya xayîn dike û bi tawanên nerast wan tawanbar dike. Divê li hemberî diyalogeke cidî û avaker vekirî be ku hemû sûrî tê de beşdar in û li ser masaya diyalogê rûnin da ku aloziyê çareser bikin.”

Wezareta Karên Derve ya hikumeta Şamê pêncşema borî Rêveberiya Xweser bi lawazkirina Sûriyê tawanbar kir. Rêveberiya Xweser jî got daxuyaniya hikumeta Şamê diyar dike ku ew li ser navendîbûnê û dirêjkirina temenê aloziyê bi îsrar e.

(şx)

ANHA