​​​​​​​Gerîlayan li Zapê helîkopterek derb kirin

Gerîla HPG`ê li herêma Werxelê ya Zapê 2 helîkopterên dagirkeriya Tirk kirin hedef û helîkopterek hate derbkirin. Li ser wê yekê helikopter neçar man ji qadê dûr bikevin.

​​​​​​​Gerîlayan li Zapê helîkopterek derb kirin
24 tîrmeh, 2021   11:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşan daxuyaniyek da.

HPG’ê ev agahî da:

“Herêma Zapê ya di çarçoveya pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

22’yê Tîrmehê saet 00:00’an li qada Werxelê 2 helîkopterên êrîşê ji aliyê hêzên me ve bi taktîka gerîla ya dema nû hatin hedefkirin. Di encama çalakiyên serketî de, helîkopterek hate derbkirin. Helîkopter neçar man ku ji qadê dûr bikevin.

23’yê Tîrmehê saet 16:00’an kamereyek mobesse ya girêdayî dagirkerên li qada Cîloyê Biçûk, ji aliyê hêzên me ve hatiye îmhakirin.

23’yê Tîrmeha saet navbera 23:00-00:00’an artêşa TC’ê tunelên şer ên li devera Werxelê ya Herêma Avaşîn bi teqemeniyan êrîş kiriye, bi çekên giran bombe kiriye. Ji ber bomberdûmanê li qadê şerwat derketiye hê jî dewam dike.

22’yê Tîrmehê saet navbera 22:00-23:00’an, helîkopterên êrîşê devera Tîpa T a herêma Zapê bombe kir.

23`yê Tîrmehê saet 09:10’î balafirên şer dever Çemço ya Herêma Zapê bombe kiriye.

23’yê Tîrmehê saet di navbera 23:00-00-10’î li herêmên Banista, Tabûra Ereban û Mervanos tevgerên helîkopteran pêk hatine.

24’ê Tîrmehê saet 09:10’î balafirên şer Şikefta Birîndaran a Herêma Zapê û saet 09:20’î jî devera Kûnîşka bombe kiriye.

Di van bomberdûmana nde tiştek bi hêzên me nehatiye.”