Declassified:Birîtaniya destekê dide çeteyan li Sûriyê

Saziya lêkolînan a Birîtanî Declassified di raporeke xwe de hevkariya hikumeta Birîtanya bi çeteyên Sûriyê re ku li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de ne, eşkere kir.  

Declassified:Birîtaniya destekê dide çeteyan li Sûriyê
22 tîrmeh, 2021   10:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Saziya lêkolînan di rapora xwe de ku malpera Daily Maverick weşandiye, diyar kir ku çawa hikumeta Birîtanyayê saziyek bi navê "Sendîqeya şer, aramî û ewlehiyê (CSSF) bi kar aniye û  bi rêya wê bi dehan projeyan li Sûriyê fînanse kirine, da ku destekê bide çeteyên Sûriyê ku Birîtanya navê " mûxalefeta çekdar" li wan dike.

Hikumeta Birîtanyayê navê wan rêxistinan eşkere nekir, lê itîraf kir ku hin proje bi kordîneya bi çeteyan re pêk hatine, da ku herêmên xwe baştir bi rê ve bibin.

Saziya Declassified di rapora xwe de 13 projeyên destekdayîna çeteyên Sûriyê bi miqdarê 215 milyon pound di nava 5 salan de, belge kir.

Birîtanya di sala 2011`an de û piştî demeke kurt ji destpêkirina aloziya Sûriyê ve, dest bi destekdayîna ji çeteyên Sûriyê re, kiriye.

(bx)