​​​​​​​Rûspiyên Dêrikê bang li PDK`ê kir: Piştgiriya dijmin neke

Rûspiyên êlên herêma Dêrikê, PDK`ê hişyar kir ku bi komployên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan neyê xapandin û got, dewleta Tirk dixwaze Kurdan qir bike.

​​​​​​​Rûspiyên Dêrikê bang li PDK`ê kir: Piştgiriya dijmin neke
22 tîrmeh, 2021   01:56
QAMIŞLO-ÎSAM EBDULLAH

Komplo û êrişên dagirkirî û qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê Kurd didomin. Ji 23`yê Nîsanê ve dewleta Tirk a dagirker êrişî herêmên Başûrê Kurdistanê dike. Li hemberî wê nerazîbûn zêde dibin.

Berpirsê giştî yê Meclisa Rûspiyan a Dêrikê Hewas Cidê bang li hemû hêz, partî û êlên Kurd kir ku hişyar bin û got, dewleta Tirk komployeke din li dijî doza Kurd amade dike.

Cidê bal kişand ser siyasetên dewleta Tirk ên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û diyar kir ku du armancên sereke yên dewleta Tirk hene û wiha pê de çû: "Armanca yekemîn; şerekî navxweyî di navbera Kurd û Ereban de derxe, êlan li dijî Rêveberiya Xweser bi kar bîne û destkeftiyên ku bi keda şehîdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine bidestxistin têk bibe, armanca duyemîn; dixwaze şerekî birakujî di navbera Kurdan de derxe. Ji bo wê hemû cureyên çekan bi kar tîne da ku împeratoriya osmanî li herêmê vejîne."

Cidê bi navê Meclisa Êlan bang li Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kir ku bi komployên dijminan neyê xapandin û tev li komplo û siyasetên dijmin nebe. Her wiha Cidê pêwîstiya piştgirîdayîna partiyên Kurd destnîşan kir û piştrast kir ku dewleta Tirk ne tenê partiyeke kurdî dike hedef, di heman demê de armanc dike Kurdan bi giştî qir bike û Mîsaqa Millî vejîne ji bo ku Kerkûk û Musilê kontrol bike.

Cidê wiha anî ziman ku divê partiyên siyasî bibin yek û hêzeke leşkerî ava bikin da ku bi hev re li hemberî dijmin bisekinin û got, avakirina têkiliyan bi dijmin re li dijî berjewendiya doza Kurd e û zirarê bi Kurdistanê bi giştî dike.

Her wiha Cidê destnîşan kir ku heke şerekî birakujî çêbibe, dê encamên wê li ser Kurdistanê bi giştî karesetî bin û wiha domand: “Divê ji berjewendiyên partiyetî û eşîrtî yên teng dûrkevin û girîngî bidin pêkanîna hêviyên Kurdan.”

`PARÇEBÛNA SIYASÎ TÊKBIRINA YEKITIYÊ Û TUNEKIRINA WÊ HÊSAN DIKE`

Koordînatorê giştî yê Meclisa Êlan a herêma rojhilat a navçeya Dêrikê Osman Îbrahîm diyar kir ku parçebûna Kurdan li dijî berjewendî û doza Kurd e û ev yek li gotina xwe zêde kir: “Dewleta Tirk hewl dide Kurdan parçe bike.”

Îbrahîm têkildarî serdana Recep Tayyîp Erdogan a ji bo Amedê ku di 9`ê Tîrmehê de pêk hatî wek durûtiyeke siyasî bi nav kir û got: “Gelê Kurd êdî têgihiştiye komployên dewleta Tirk ku li dijî wê plan dike. Ji ber ku dewleta Tirk bi awayekî eşkere şerê hêviyên Kurdan dike û tunekirina wan armanc dike.”

Îbrahîm PDK`ê hişyar kir ku bi êrişên dewleta Tirk a dagirker re nebe hevkar û axaftina xwe wiha domand: “Divê hişyar be, ji ber ku dewleta Tirk ji van komployan armanc dike şerekî birakujî di navbera Kurdan de derxe. Divê em hestiyariya vê pêvajoyê nas bikin û li gorî berpirsyariyê bin.”

Osman Îbrahîm di dawiyê de got, divê lêvegereke kurdî were avakirin da ku hêvî û armancên Kurdan werin parastin.

 (şx)

ANHA