ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-07-2021'AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-07-2021'AN
21 tîrmeh, 2021   23:00

- Endamê Kongreya Civaka Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û endamê rêveber ê Saziya Kombûna Olan a Helebê şêx Elî El-Hesen got, li gorî ola Îslamê vekirina gorên şehîdan heram û sûc e û banga hesabxwestinê ji sûcdaran kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Koçberên Efrînî yên li kantona Şehbayê got, UNICEF bi kêmkirina miqdara ava vexwarinê ji mirovatiya xwe derketiye û xizmeta ajandeyên hêzên herêmî dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hevserokê Meclisa Navçeya Dirbêsiyê Rustem Bekir got, vekirina dergehê Bab El-Hewa li gorî berjewendiyên çeteyên Heyet Terîr El-Şam e û bandorên neyîn li sûriyan dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Meclisa Rêveber a PYD`ê Emîn Elîko banga naskirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk kir û got, ev rêveberî ji bo sûriyeyeke azad a demokratîk ya pirrengî bûye hêvî û bêyî naskirina wê çareserkirina aloziya Sûriyê nepêkan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Rûspiyên êlên herêma Dêrikê, PDK`ê hişyar kir ku bi komployên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan neyê xapandin û got, dewleta Tirk dixwaze Kurdan qir bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA