Hêzên hikumeta Şamê gundewarên Idlibê topbaran kir: 7 sivîlan jiyana xwe ji dest da

Hêzên hikumeta Şamê vê sibehê, bajarokên li gundewarên başûrê Idlibê topbaran kir. Di encamê de 7 sivîl, di nav de 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan.

Hêzên hikumeta Şamê gundewarên Idlibê topbaran kir: 7 sivîlan jiyana xwe ji dest da
22 tîrmeh, 2021   09:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên hikumeta Şamê û komên girêdayî wê gundê Iblîn ê çiyayê Zawiyê ya gundewarên başûrê Idlibê topbaran kir.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye (SOHR), di encama topbaranan de, 7 sivîl  di nav de jinek û 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan.

(dm)