Gerîlla Tv dîmenê çalakiyeke gerîlayan belav kir

Gerîla Tv dîmenê çalakiyeke gerîlayan ku di 7’ê Tîrmehê de li Zendûrayê li dijî leşkerên Tirk li dar xistibû, weşand.

Gerîlla Tv dîmenê çalakiyeke gerîlayan belav kir
22 tîrmeh, 2021   10:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê ev daxuyanî dabû:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê de;

Di 7’ê Tîrmehê de saet di 07.00’an de li dagirkerên li Zendûrayê çalakiyek hate kirin. Di vê çalakiyê de bi îsabet li dagirkerên li gir hate xistin. Di vê çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûne. Di çalakiyê de çepereke li gir û 2 pergala kamerayê ya mobesseyê jî hate îmhakirin.”