Koçberên li Şehbayê li hemberî dorpêça sêalî li ber xwe didin

Koçberên Efrînî yên li kantona Şehbayê got, UNICEF bi kêmkirina miqdara ava vexwarinê ji mirovatiya xwe derketiye û xizmeta ajandeyên hêzên herêmî dike.

Koçberên li Şehbayê li hemberî dorpêça sêalî li ber xwe didin
22 tîrmeh, 2021   00:32
ŞEHBA- FÎRAS ÎBRAHÎM

Li kêleka topbarana rojane ya dewleta Tirk a dagirker û dorpêça ji aliyê hikumeta Şamê ve li dijî Şehbayê û qedexekirina derbaskirina madeyên xwarinê, tenduristiyê û sotemeniyê ji kantona Şehbayê re, rêxistina UNICEF ji 11`ê Tîrmehê ve miqdara ava vexwarinê ji ser koçberên Efrînê yên li Şehbayê kêm kiriye.

UNICEF`ê di dirêjahiya 3 sal û nîvan de, rojane nêzî 2 hezar û 400 mitrekab av dida koçberên Efrînê lê belê ew miqdar daxist nêzî hezar mitrekab av, bi wê yekê ava vexwarinê ji ser nêzî 80 hezar mirovên ku bi dehan gund û 3 navçeyên mezin ên Şehbayê dijîn, qut kir.

Biryara kêmkirina avê ji ser koçberên li Şehbayê piştî biryara Meclisa Ewlehiyê ya NY`yî pêk hat, ku dema girtina dergehê Til Koçer li pêşiya alîkariyên mirovî dirêj kir û dergehê Bab El-Hewa yê di bin serweriya komên çeteyên girêdayî dewleta Tirk de  yê li parêzgeha Idlibê vekirî hişt.

Koçberên Efrînî dibêjin, rêxistinên mirovî ji mirovatiya xwe derketine û xizmeta ajandeyên hêzên navneteweyî dikin.

Efrîniyên li Şehbayê dimînin her wiha diyar dikin ku rêxistina UNICEF ji beriya zêdetirî 2 hefteyan ve bi bihaneya ku rêxistinên navneteweyî alîkariyên ji bo koçberên li Şehbayê kêm kirine, depoyên avê tijî nekirine.

'PIŞTGIRIYÊ DIDIN ÇETEYAN Û BI SED HEZARAN KOÇBERAN JI BÎR DIKIN'

Welatiyê bi navê Ebdo Qere Mihemed têkildarî mijarê ji ajansa me re wiha got: "Hin rêxistinên mirovî di bin navên mirovî de kar dikin, lê bi nêzîkatiyên xwe yên li dijî koçberên li Şehbayê dûrî karên mirovî ne."

Mihemed ji ber dualîtiya pîvanên navneteweyî mixabiniya xwe anî ziman û ev pirs kir; gelo çima civaka navneteweyî piştgiriyê dide komên çeteyan ên li Idlibê û bi sed hezaran koçberên ku ji ber êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser Efrînê bi darê zorê ji malên xwe dekretin, ji bîr dike?

Qere Mihemed behsa siyasetên hikumeta Şamê yên li dijî koçberan jî kir û wiha dewam kir: "Li şûna ku hikumeta Şamê alîkariyê bide welatiyên li Şehbayê, hewl dide wan qir bike û nahêle ku ava vexwarinê, derman, sotemenî û şîrê zarokan derbasî herêmê bibin."

'UNICEF LI DIJÎ MIROVAHIYÊ ŞAŞTIYAN DIKE'

Têkildarî heman mijarê hiqûqnas Cibraîl Mistefa jî qutkirina ava vexwarinê ji ser koçberên ku bi darê zorê ji malên xwe derketine, wekî sûcekî li dijî mirovahiyê bi nav kir. Mistefa di axaftina xwe de îşaret bi azarên bi sed hezaran koçberan û şêniyên resen ên herêmê û niştecihên kampan kir.

Mistefa diyar kir ku UNICEF li dijî mirovahiyê şaştiyan dike û got, parastina zarokan ji armancên sereke yên UNICEF`ê ne, lê belê bi hezaran zarokên koçber li Şehbayê di mercên giran de ne.

Hiqûqnas Cibraîl Mistefa bi domdarî got: "Em baş dizanin dema ku rêxistinên mirovî piştgiriyê didin şêniyên herêmên şer ên li welatên cîhanê, berê xwe didin hikumeta navendî ya wî welatî. Lê belê dema ku hikumeta navendî koçberan wekî welatî nehesibîne, ew rêxistin tên polîtîzekirin û li gorî sîstemên navneteweyî kar dikin. Mînaka wê yekê hikumeta Sûriyê û rêxistinên di bin fermana wê de kar dikin in."

Ji bo çareserkirina vê mijarê, Cibraîl Mistefa bang li rêxistinên navneteweyî kir ku hevkariyê bikin û eşkere bikin ku pirsgirêka sereke ew e ku hikumeta navendî hewl dide hemû derfetan ji bo tunekirina gelê Şehbayê bi kar bîne.

Mistefa wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Heke UNICEF û rêxistinên din rêya hikumeta Sûriyê alîkarîdayîna koçberan bi berdewam bikin, dê rewşa me di rojên pêş de xirabtir bibe."

'AV JI SER ZÊETIRÎ 80 HEZAR WELATIYAN HATIYE QUTKIRIN'

Cîgirê hevserokê Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Ebdo jî destnîşan kir ku rêxistinên navneteweyî û UNICEF jî di nav de, ji mafên koçberên li Şehbayê berpirsiyar in.

Ebdo got: "Mixabin di rojên dawîn de rêxistina UNICEF biryareke siyasî ya kêmkirina miqdara ava vexwarinê li kantona Şehbayê girt. Bi wê yekê ava ji ser zêdetirî 80 hezar welatî û koçberên li Şehbayê yên di mercên zehmet de ne, qut kir."

Ebdo bal kişand ser şert û mercên dijwar ên koçberên Efrînê li kampan û malên nîvrûxandî derbas dikin û got, "Pileyên germahiyê zêde dibin, rewşên nexweşiyê yên ji ber germahiyê û vexwarina ava nepaqij jî zêde dibin."

Ebdo behsa hewldanên têkbirina berxwedana koçberên Efrînê yên li Şehbayê di mercên giran de ne û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Rojane artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê herêmê topbaran dikin, hikumeta Şamê jî dorpêçê ferz dike, rêxistinên di bin navên mirovî de kar dikin û di nav de UNICEF bi wan aliyan re hevkariyê dikin."

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/P5ySQj4FOCM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>