​​​​​​​Edhem Barzanî Cejna Qurbanê li gerîla û pêşmergeyan pîroz kir

Edhem Barzanî Cejna Qurbanê li gerîla, pêşmerge û şervanan pîroz kir û hêvî kir ku cejn bibine havênê aştî, aramî û yekîtiya hemû hêz û aliyên siyasî.

​​​​​​​Edhem Barzanî Cejna Qurbanê li gerîla û pêşmergeyan pîroz kir
20 tîrmeh, 2021   12:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê berê yê Meclisa Rêveberiya PDK’ê ya Silêmanî û Helebce Edhem Berzanî li ser hesabê xwe yê facebookê bi boneya Cejna Qurbanê peyama pîrozbahiyê pêşkêşî gerîla, pêşmerge, şervan û malbatên şehîdan kir.

Edhem Berzanî wiha tîne ziman: “Pir hêvîxwazim, ev cejn bibine havênê aştî, aramî û yekîtiyekî seranserî ya hemû hêz û aliyên siyasî. Bi hemû hizir û îdeolojî û nêrinên cuda, tifaq di nava miletê me de roj bi roj bihêztir bibe. Çanda yektirsandinê nemîne. Kurdistan mala me hemûyan a hevbeşe. Her wiha parastina xak û welat xema hevbeş a me hemûyane. Xwedayê mezin li gel biratî, tifaq û yekbûnê ye.”