Artêşa dagirker 2 erebeyên sivîlan li ser rêya M4 kirin hedef

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser rêya M4, 2 erebeyên sivîlan kirin hedef. Li gorî daneyên destpêkê zirar gihaştiye her du erebeyan.

Artêşa dagirker 2 erebeyên sivîlan li ser rêya M4 kirin hedef
20 tîrmeh, 2021   12:17
EYN ÎSA

Nûçegihana me li gorî çavkaniyên herêmî ji navçeya Eyn Îsayê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker beriya çend kêliyan du erebeyên sivîlan li ser rêya M4 bi taybet li herêma di navbera gundê Hoşan û navenda navçeya Eyn Îsayê de, kiriye hedef.

Heman çavkaniyan diyar kir ku zirarên madî gihaştine her du erebeyan, lê agahiyên li ser wendahiyên canî nehatin bidestxistin.

 (cx)

ANHA