Şêniyên Til Birakê şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

Rêveberiya herêma Til Birakê bi boneya salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê û bi dirûşmeya" Bi rihê Şoreşa 19`ê Tîrmehê em ê dagirkeriyê têk bibin û serkeftinê misoger bikin" pîrozbahiyek li dar xist.

18 tîrmeh, 2021   19:08
TIL BIRAK

Pîrozbahî li qada Meclisa Leşkerî ya Herêma Til Birakê bi beşdariya nûnerên Rêveberiya Xweser, fermandarên leşkerî, saziyên civakî û sivîl û bi dehan şêniyên herêmê hate lidarxistin.

Destpêka pîrozbahiyê YPG û YPJ`ê hemwextî deqeya rêzgirtinê toreneke leşkerî li dar xist.

Dûvre nûnera Kongreya Star Rusil Hesen salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê li tevahiya beşdaran, dayikên şehîdan û jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û got: "Bi saya vê şoreşê jinan isbata xwe kir û tev li hemû qadên jiyanê bûn."

Paşê helbestvan Îbrahîm El-Kesar çend helbest gotin û koma govenda gelerî (El-Dehe) ya ji Cezayê tev li pîrozbahiyê bûye, berhemên xwe pêşkêş kirin.

Koma Kevana Zêrîn jî çend stran gotin û di dawiyê de koma Şehîd Çiya Qamişlo stranên îşaretê bi mîrasa Herêma Cizîrê dikin gotin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/obt3kApYoo0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>