Şêniyên Helebê nerazîbûn nîşanî vekirina goristanên şehîdan da

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Helebê bi meşekê vekirina goristana şehîdên Berxwedana Serdemê ya li Efrînê ji aliyê leşker û çeteyên dewleta Tirk ve şermezar kir.

Şêniyên Helebê nerazîbûn nîşanî vekirina goristanên şehîdan da
Şêniyên Helebê nerazîbûn nîşanî vekirina goristanên şehîdan da
Şêniyên Helebê nerazîbûn nîşanî vekirina goristanên şehîdan da
Şêniyên Helebê nerazîbûn nîşanî vekirina goristanên şehîdan da
Şêniyên Helebê nerazîbûn nîşanî vekirina goristanên şehîdan da
Şêniyên Helebê nerazîbûn nîşanî vekirina goristanên şehîdan da
Şêniyên Helebê nerazîbûn nîşanî vekirina goristanên şehîdan da
Şêniyên Helebê nerazîbûn nîşanî vekirina goristanên şehîdan da
18 tîrmeh, 2021   18:55
HELEB

Meclisa Malbatên Şehîdan a taxa Şêxmeqsûd li dijî kiryarên artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê yên bêrêziya li gorên şehîdan meşek li dar xist.

Bi sedan malbatên şehîdan û şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tev li meşê bûn.

Meş  ji pêşiya hola civînan a li taxa rojavayê taxê dest pê kir.

Xwepêşandêran wêneyên şehîdan, têkoşerên Tevgera Azadiya Kurdistanê, berxwedanên Serdemê û Rûmetê û alên malbatên şehîdan hildan.

/ar/uploads/files/2021/07/18/175110_aamnh-khdhrw.webp

Xwepêşandan li qada Heft Şehîdan veguherî mîtîngê. Piştî deqeya rêzgirtin bi navê malbatên şehîdan Selah Ehmed û Amîne Xidiro axivîn.

Di axaftinan de bal hat kişandin ser sûcên dewleta Tirk ên li dijî mirovan û vekirina gorên wan.  Her wiha li dijî dagirkeriyê û çeteyên wê banga xurtkirina hevgirtinê hat kirin.

/ar/uploads/files/2021/07/18/175131_slah-ahmd.webp

Di dawiyê de kesên axivîn banga berdewamkirina berxwedanê kir û got: "Berxwedan berdewam e, wê raneweste hate ku dagirker û çeteyên wê ji Efrînê werin derxistin."

Di dawiya mîtîngê de sloganên dilsoziya bi şehîdan re û bangên hesabxwestinê ji dewleta Tirk hatin berzkirin.

(eh)

ANHA