Malbatên şehîdan ên Efrînê vekirina goristana şehîdan şermezar kir

Bi hezaran şêniyên herêma Efrînê bi diruşma "Efrîn rûmeta me ye, Efrîn biparêzin" daketin qadan, kiryarên dewleta Tirk ên vekirina goristanên şehîdan şermezar kirin.

Malbatên şehîdan ên Efrînê vekirina goristana şehîdan şermezar kir
Malbatên şehîdan ên Efrînê vekirina goristana şehîdan şermezar kir
Malbatên şehîdan ên Efrînê vekirina goristana şehîdan şermezar kir
Malbatên şehîdan ên Efrînê vekirina goristana şehîdan şermezar kir
Malbatên şehîdan ên Efrînê vekirina goristana şehîdan şermezar kir
Malbatên şehîdan ên Efrînê vekirina goristana şehîdan şermezar kir
Malbatên şehîdan ên Efrînê vekirina goristana şehîdan şermezar kir
Malbatên şehîdan ên Efrînê vekirina goristana şehîdan şermezar kir
18 tîrmeh, 2021   18:42
ŞEHBA

Bi hezaran malbatên şehîdan ên herêma Efrînê û şêniyên navçeya Ehrisê, bi meşekê bêrêziya dewleta Tirk û çeteyên wê yên li goristanên şehîdan şermezar kirin û bang li civaka navneteweyî kirin ku destwerdanê bikin, cenazeyên şehîdan vegerînin û hesab ji dewleta Tirk û çeteyên wê bixwazin.

Meş li qada navçeya Ehrisê dest pê kir. Di meşê de wêneyên şehîdan, wêneyên rêber Abdullah Ocalan û alên Meclisa Malbatên Şehîdan hatin hildan.

Meşa ku di kolanên sereke yên navçeyê de geriya bi berzkirina diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina Berxwedana Serdemê ber bi goristana Şehîdan ve çû.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin. Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Hacer Meho axivî û got, dema êrişên dewleta Tirk ên li ser kantona Efrînê wan şehîdên xwe bi rûmet û bi merasîmeke bi heybet oxir kirin û diyar kir ku piştî Efrînê dagir kir hewl didin rastiya berovajî bikin û goristanên şehîdan ji holê rakin.

Hacer diyar kir ku dagirkeriya Tirk îdia dike ku goristana ku li piş nexweşxaneya Avrînê dîtine goreke komî ye ku  YPG û YPJ'ê pêk aniye û wiha domand: "Ma gelo di gorên komî de qurbanî bi kefen û bi awayekî rêxistinkirî têne veşartin!"

Hacer Meho diyar kir ku li gel wan wêne û belge hene îsbat dikin ku goristan a zarokên wan ên şehîdan in.

Hacer soza şopandina rêya şehîdan da û got: "Bêyî zarokên xwe em dikarin bijîn, lê em nikarin bê rûmet bijîn, şehîdên me rûmet û nirxên me yên manewî ne."

Di dawiya axaftina xwe de Hacer Meho bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li Efîrnê şermezar kir û xwest ku tavilê cenaze radestî malbatên şehîdan werin kirin.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Hesen Hesen jî diyar kir ku bêdengiya li hemberî sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê cesaretê dide Tirkiyê da ku binpêkirinên xwe yên dermirovî li Efrîna dagirkirî zêde bikin.

Hesen diyar kir ku şervanên YPG, YPJ û QSD'ê ji bo parastina xaka Efrîna pîroz şehîd bûn û destdirêjiya li goristanên şehîdan delîlê kîn û wehşiyeta dewleta Tirk a li hemberî kurdan û cenazeyên şehîdên wan e.

ANHA