​​​​​​​Rojnameyên erebî: Yewnanistan destwerdana aloziya Sûriyê kir

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa Sûriyê, Lubnanê û Lîbyayê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Yewnanistan destwerdana aloziya Sûriyê kir
17 tîrmeh, 2021   07:37
NAVENDA NÛÇEYAN

WEZÎRÊ KARÊN DERVE YÊ YEWNANISTANÊ: NÛNERÊ ME DÊ XWE NESPÊRE EL-ESED

Têkildarî rewş Sûriyê rojnameya El-Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Wezîrê karên derve yê Yewnanistanê Nikos Dendias ji rojnameyê re got, welatê wî naxwaze ku Sûriyê bibe dewleteke binketfî û Athena biryar daye ku diplomatekî bişîne Şamê, lê dê kaxezên xwe nede rejîma serok Beşar El-Esed."

Dendias diyar kir ku Athena pabendî biryara Yekîtiya Ewropa ne ku `divê El-Esed di avakirina Sûriyê de hin gavên berbiçav bavêje`, her wiha got:" Em encamên hilbijartinên serokatiya Sûriyê qebûl nakin."

KONGREYA AVAKIRINA LUBNANÊ ÎŞARETA HÊRSA FRANSAYÊ YE

Girêdayî rewşa Lubnanê rojnameya El-Ereb wiha got: "Li gorî hin aliyên şopdarên Lubnanê ku biryara Fransayê ji bo pêşwazîkirina kongreya navneteweyî ji bo avakirina Lubnanê di demeke ku Seed El-Herîrî red kir ku hikûmeta nû ava bike, peyama hêrsê ji Parîsê li dijî cîna siyasî ye. Ji ber ku 9 meh derbas bûn û heta niha negihîştin tu encamekê.

Her wiha aliyên Lubnanê got, peyama Fransayê ne giştî ye. Ew peyam tenê li dijî siyasetmedarên ku ji bo dosyaya avakirina hikumetê, hatine erkdarkirin.

LÎBYAYÊ..ASTENGDARÊN HILBIJARTINAN BI CEZAYÊN NAVNETEWEYÎ RE RÛ BI RÛ NE

Der barê rewşa Lîbyayê de rojnameya El-Beyan got: "Komîteya lihevanînan ku di encama komxebata siaysî de hate avakirin îro xebatê xwe bidawî dike. Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî hewldanên koma El-Ixwan û hevalbendên wê ku hilbijartinên serokatiyê û parlementoyê yê Lîbyayê ku tê payîn di 24`ê Kanûnê de werin lidarxistin asteng bikin, têk bir. Her wiha îşart bi girîngiya ku li gorî lîsteya demê ku ji aliyê komxebata siyasî ya lîbî ve hate dayîn, were lidarxistin û îşaret bi cezakirina aliyên ku astengiyan derdixin, kir."

Li gorî çavdêran ku civaka navneteweyî di civîna Meclisa Ewlehiyê de biyar da ku bi hemû hêza xwe li hember hewldanên bi serkêşiya şepêla Îslamî – siyasî û mîrên şer ên ku dixwazin hilbijartin taloq bibe, disekine.

(bx)