Bedran Çiya Kurd banga tevlêbûna haştagê kir

Bedran Çiya Kurd bang li hemû sazî, torên medya dîjîtal û her kesî kir ku tev li kampanya "Bila statûya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê naskirin" bibin.

Bedran Çiya Kurd banga tevlêbûna haştagê kir
17 tîrmeh, 2021   08:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Gelek çalakvanan di bin navê "Meclisa Medya ya Sanal a Kurdistanê" de kampanayeke haştagê bi navê "Bila statûya Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bê naskirin" ragihand. Çalakvanan bang li her kesî kir ku beşdarî kampanyaya ku wê 18'ê Tîrmehê di saet 20:00'an de li gorî dema Amedê û di saet 19:00'an de jî li gorî dema Brukeselê dest pê bike, bibin.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd bi rêya ajansa me bang li tevlîbûna hastagê kir.

`ŞOREŞA 19 TÎRMEH`Ê BÛ TÊKOŞÎNA AZADÎ Û DEMOKRASIYÊ`

Çiya Kurd di serî de salvegera 10`mîn ya şoreşa 19`ê Tîrmehê li hemû gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û got: “Şoreşa 19`ê Tîrmehê bû têkoşîna azadî û demokrasiyê ya li dijî sîstema şovenîst, nîjadpererst û navendî ya ku dixwast hemû çand û neteweyan di nav xwe de dixeniqîne. Ev şoreş li ser hîmê hişmendiya demokratîk û jiyana hevbeş bi pêş ket. Her wiha şoreşa 19`ê Tîrmehê bû şoreşa jinê ya ku pêşengtiyeke mezin û dîrokî kir. Bi hişmendiya xwe ya demokratîk û tevlîbûna hemû netewe û çandan bû hêzêke mezin û di têkoşîna li dijî terorê de roleke mezin lîst."

`SERKEFTINÊN HEYÎ DIVÊ VEGERIN SERKEFTINÊN SIYASÎ`

Çiya Kurd bal kişand ser tevlîbûna Koalîsyona navneteweyî di têkoşîna li dijî DAIŞ`ê de û got: “Bi piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî terorê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê me karibû têkoşîneke gelek mezin û berxwedaniyeke dîrokî li dijî terorê bi pêş bixin. Di serî de Kobanê û gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşketin û serkeftinên dîrokî li dijî terorê pêk hatin. Bi vî awayî serkeftinên dîrokî bidestxistin. Lê em dibejin ev serkeftinên dîrokî yên di aliyê leşkerî de çêbûne ne bes in. Divê ev serkeftin bi xwe re serkeftinên siyasî jî bînin. Ji bo wê helwest, biryar û siyaseta me ew e ku divê em têkoşîna xwe mezin bikin û ji bo naskirina Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe bi pêş bixin. Îradeya siyasî ya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew e.”

`DIVÊ HER KES TEVLÎ BIBE `

Çiya Kurd bang li hemû sazî, torên medya dîjîtal û her kesî kir ku tevlî kampanya "Bila statûya Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bê naskirin" bibin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/xbXsf2_HOD8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>