Şêniyên Amûdê bi meşekê Berxwedana şehîdên 14`ê Tîrmehê bi bîr anî

PYD’ê li navçeya Amûdê ya girêdayî kantona Qamişlo bi dirûşmeya"Berxwedana 14`ê Tîrmehê dê bimîne meşaleyek û em ê pê dagirkeran têk bibin û welat rizgar bikin" meşek li dar xist û Berxwedana şehîdên 14`ê Tîrmehê bi bîr anî.

Şêniyên Amûdê bi meşekê Berxwedana şehîdên 14`ê Tîrmehê bi bîr anî
Şêniyên Amûdê bi meşekê Berxwedana şehîdên 14`ê Tîrmehê bi bîr anî
Şêniyên Amûdê bi meşekê Berxwedana şehîdên 14`ê Tîrmehê bi bîr anî
Şêniyên Amûdê bi meşekê Berxwedana şehîdên 14`ê Tîrmehê bi bîr anî
Şêniyên Amûdê bi meşekê Berxwedana şehîdên 14`ê Tîrmehê bi bîr anî
Şêniyên Amûdê bi meşekê Berxwedana şehîdên 14`ê Tîrmehê bi bîr anî
Şêniyên Amûdê bi meşekê Berxwedana şehîdên 14`ê Tîrmehê bi bîr anî
14 tîrmeh, 2021   19:20
QAMIŞLO

Endamên PYD`ê, saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweser û bi dehan şêniyên Amûdê û gundewarên wê tev li meşê bûn û alên PKK`ê, PYD, TEV-DEM’ê, Kongreya Star, wêneyên şehîdên azadiyê û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan rakirin.

Meş ji Qada Şehîd Cîhad a li naverasta navçeyê dest pê kir, piştre ber bi navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a li rojavayê navçeya Amûdê ve çûn. Beşdaran sloganên"Bijî berxwedana şehîdan, bijî Rêber Abdullah Ocalan, na ji siyaseta dagirkeriya Tirk a li dijî Kurdan dide meşandin re" berz kirin.

Meş li pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan veguherî mîtîngê û li wir deqeyeke rêzgirtin girtin, piştre Hevserokê PYD`ê ya navçeya Amûdê Adil Mele Emîn axivî û got: "Dewleta Tirk hîn jî li dijî Başûrê Kurdistanê êrişan pêk tîne û hewl dide berxwedan û têkoşîna Kurdan a li dijî siyaseta wê didin meşandin, têk bibe, di heman demê de nasnameya kurdî jî asîmle bike."

Mele Emîn bi vê xalê dawî li gotina xwe anî: "Berxwedan û têkoşîna ku şehîd Mazlûm Doxan da meşandin, ji cîhanê re isbat kir ku tu kes nikare li hemberî berxwedan,  têkoşîna Kurdan û Tevgera Azadiya Kurdistanê bisekine ku li ser bingeha berdewamkirina rêya şehîdên 14`ê Tîrmehê hate damezrandin."

Meş bi sloganên"Bijî berxwedana gerîla ya li çiyayên Kurdistanê" bi dawî bû.

(eh)

ANHA