Li Baxozê ji ber kêmbûna ava Firatê 150 kes jehrî bûn

Di vê mehê de, ji ber kêmbûna ava çemê Firatê li navenda tenduristiyê ya Baxozê 150 kesên jehrî bûne hatin tomarkirin. Her wiha şêniyên got ava vexwerinê, piştî qirêj bû, êdî li ser wan xeteriyeke mezin û nexweşiyên giran çêdike.

Li Baxozê ji ber kêmbûna ava Firatê 150 kes jehrî bûn
Li Baxozê ji ber kêmbûna ava Firatê 150 kes jehrî bûn
Li Baxozê ji ber kêmbûna ava Firatê 150 kes jehrî bûn
Li Baxozê ji ber kêmbûna ava Firatê 150 kes jehrî bûn
Li Baxozê ji ber kêmbûna ava Firatê 150 kes jehrî bûn
Li Baxozê ji ber kêmbûna ava Firatê 150 kes jehrî bûn
Li Baxozê ji ber kêmbûna ava Firatê 150 kes jehrî bûn
Li Baxozê ji ber kêmbûna ava Firatê 150 kes jehrî bûn
14 tîrmeh, 2021   15:03
DÊRAZOR

Endamê navenda tenduristiyê ya Baxozê Hemûd El-Xilêf axivî û got: "Ji ber qirêjbûna ava çemê Firatê, heta 14`ê vê mehê zêdetirî 150 kesên jehrî bûne hatin navenda tenduristiyê ya Baxozê ya li gundewarê rojavayê Dêrazorê."

Ji destpêka salê ve dewleta dagirker a Tirk ava Firatê qut kiriye, di encamê de av qirêj bû û veguherî golan ku bû sedem kurmik, kelmêş û mîkrobên nexweşî ji ber çêbibin derkevin, vê yekê jî rasterast bandor li çerm, pergala hundirîn kir û bû sedem ku mirov jehrî bibin.

Ji ber qirêjiya ava Firatê û vexwarina wê bi gelemperî zarok û mezin nexweş dikevin û zehmetiya navçûnê, êşa roviyan û bilindbûna pleya germahiyê dikişînin.

Şêniyê bi navê Salim El-Ebdullah destnîşan kir ku, ji ber vexwarina keça wî ya ava Firatê û dema rakir nexweşxaneya Hecînê hat diyarkirin ku ew jehrî ketiye.

El-Ebdullah da zanîn ku vexwarina ava Firatê xeteriyeke li ser jiyana wan çêdike, ji ber ku qirêj bûye û dibe sedem ku nexweşî çêbibin û jîngeh jî xirab bibe.

Salim El-Ebdullah eşkere kir ku parzûnkirina avê ya bi rêya navendên taybet dîsa jî paqij nabe.

Li aliyekî din jî karkerê li stasyona Baxozê dixebite Seîd El-Xilêf axivî û got: "Di proseya parzûnkirinê de zehmetiyên mezin hene, beriya niha rêjeya avê baş bû û parzûnkirin çêdibû, lê niha ji ber bandora kêmbûna rêjeya ava Firatê bandoreke mezin li proseya parzûnkirinê hate kirin û azar mezintir bû, di encamê de em neçar dimînin ku du  qatan zêdetirî madeyên dezenfektekirina avê bi kar bînin û avê paqijtir bikin."

El-Xilêf ev li gotina xwe zêde kir: "Beriya niha me sê bermîl ava paqij ji çar bermîlên ava qirêj derdixist, lê îro em çar bermîlan bi kar tînin da ku bermîleke ava parzûnkirî derxin û ev ji bo lêçûn û mezin e."

El-Xilêf piştrast kir ku heta kalîteya ava parzûnkirî ne wekî berê ye, piştî parzûnkirinê bêhin û tam di avê de dimîne, lê ava ku piştî parzûnkirinê ya qirêj ji mirovan re yan jî sewalan an jî avdanê re nabe.

Bi belavbûna nexweşiyên ji ber kêmbûna ava Firatê û qirêjiya wê re, tiştê ku dihêle rewş dijwartir bibe kêmbûna hejmara navendên tenduristiyê yên li bajarokê Baxozê ye.

Endamê navenda tenduristiyê ya Baxozê Hemûd El-Xilêf diyar kir ku piraniya kesên bi jeherî ketine, feqîr in. Ji ber ku nikarin ava parzûnkirî bikirin û navenda Baxozê bi derfetên xwe yên kêm alîkariyê pêşkêş dike.

Di dawiyê de El-Xilêf bang li WHO`yê kir ku piştgiriyê bide navenda tenduristiyê ya Baxozê ji ber ku tenê nexweşxaneyek an jî navendeke tenduristiyê heye. Di heman demê de divê komîteyeke çavdêr were avakirin ku proseya parzûnkirinê bişopîne û bilez projeya parzûnkirina ava Baxozê bi dawî bike.

(eh)

ANHA