Şêniyên Şêrawa: Em topbarana rojane ya Tirkiyê û bêdengiya Rûsyayê şermezar dikin

Şêniyên navçeya Şêrawayê topbarana rojane ya li dijî gundên wan ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve şermezar kir, di heman demê de bêdengiya Rûsya û hikumeta Şamê li hember wan êrişan jî şermezar kir û gotin ew heta rizgarkirina Efrînê di berxwedana xwe de berdewam in.

Şêniyên Şêrawa: Em topbarana rojane ya Tirkiyê û bêdengiya Rûsyayê şermezar dikin
14 tîrmeh, 2021   15:11
ŞEHBA

Ligel dorpêça Rûsya û hikumeta Şamê li ser şêniyên Herêma Efrînê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane kantona Şehba û gundên navçeya Şêrawa bi mûşekan topbaran dikin, di encamê de zirarên madî û canî çêdibin.

Duh, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li gundên Basilê û Beradê yên dagirkirî yên kantona EFrînê û gundên Soxanekê, Aqîbê, Ziyaretê û Bênê yên navçeya Şera bi zêdetirî 30 mûşekan armanc kirin. Lê tenê zirar madî bûn. Lê di duşema borî de firokeyeke bêpîlot a artêşa Tirk a dagirker navçeya Til Rifetê ku zêdetirî 15 hezar koçber Efrînê lê dimînin bombebaran kir, di encamê de 5 sivîl birîndar bûn, jê jî zarokek bi giranî birîndar bû.

/ar/uploads/files/2021/07/14/134757_ywns-atsh.webp

Têkilarî van sûc û topbaranên bênavber ên ji hêla dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, şêniyê bi navê Yûnis Utuş wiha got: "Artêşa Tirk a dagirker ji dema koçberiya me ji Efrînê ber bi Şehbayê ve gelek komkujî li dijî koçberên Efrînê pêk anîne, jê komkujiya zarokan ku di encamê de zêdetirî 8 zarok li Til Rifetê şehîd bûn, her wiha li dijî malbatekê di roja duşema borî de li navçeya Til Rifetê komkujiyek din pêk anîn ku di encamê 5 sivîl jê jî zarok bi giranî birîndar bûn."

Utuş wiha domand: "Duh artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li gundên Basilê û Beradê bi cih bûne, bi zêdetirî 30 mûşekî avêtin gundên navçeyê, lê tu sivîl birîndar nebûn, tenê zirar madî bûn."

Utuş wiha gotina xwe bi dawî kir: "Dagirker Tirk hewl dide tirsê bixe nava şêniyan da ku wan careke din koçber bike û gundan dagir bike. Lê ew wek şêniyên Şêrawayê di berxwedana xwe de heta rizgarkirina Efrînê û derkirina dagirkeriya Tirk berdewam in."

/ar/uploads/files/2021/07/14/134738_hyfyn-ahmd.webp

Li aliyekî din jî şêniya bi navê Hêvîn Ehmed wiha got: "Rûsya û hikumeta Şamê yên li herêmê îdia dikin ku parastinê herêmê û şêniyan ji êrişan dikin, lê ew li ser van sûc û komkujiyan bê deng in. Anku sûcên pêk tên, qebûl dikin."

Hêvîn Ehmed da zanîn ku ew wek şêniyên Efrînê heta rizgarkirina Efrînê di berxwedana xwe de berdewam in.

/ar/uploads/files/2021/07/14/134720_nwry-mhmd.webp

Her wiha Nûrî Mihemed jî da zanîn ku siyaseta dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji van êriş û sûcan ew e ku careke din şêniyan koçber bikin û herêmê vala bikin û wiha got: "Planên wan dê bi bin kevin. Ji be rem bi bijarteya berxwedan û rizgarkirina Efrînê ve girêdayî ne."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/_MVzfQWFPho" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>