El-Sîsî: Di avakirina hikumeta Lubnanê de em piştevanên El-Herîrî ne

Serokê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî da zanîn ku di avakirina hikumeta Lubnanê de ew ê piştgiriya Herîrî bikin û got ew piştgiriyê didin rêgeha siyasî ya bi armanca misogerkirina aramiya Lubnanê.

El-Sîsî: Di avakirina hikumeta Lubnanê de em piştevanên El-Herîrî ne
14 tîrmeh, 2021   13:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê hikumeta erkdarî yê Lubnanê Seed El-Herîrî gihaşt Qesra El-Tehrîr a li paytexta Misirê Qahîrayê, li wir bi wezîrê karê derve re Samih Şikirî re civiya. Şikir da zanîn ku welatê wî piştgiriya Lubnanê dike ku ji rewşa niha bi der keve û divê tevahî aliyên Lubnanê berjewendiyên welat di ser berjewendiyên şexsî re bigirin.

El-Herîrî li qesra El-Tehrîr bi serokê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî re civiya. Têkildarî wê berdevkê serokatiya Misirê wiha got: "El-Sîsî li Misirê bixêrhatina El-Herîrî kir, di heman demê de piştgiriya Misirê ji Lubnanê re nîşan da ku ji vê aloziyê derkeve û hikumetekê ava bike."

Li aliyekî din jî El-Herîrî  spasiya xebata Misirê ya rast û durist kir ku di vê dema gelê Lubnanê bi aloziyan re rû bi rû maye, nexasim di qada siyasî û aborî de, divê qada navneteteweyî li ser hemû astan alîkariya Lubanê bike.

El-Herîrî ev li gotina xwe zêde kir: "Lubnan bi têkiliyên dîrokî yên xurt re ku her du dewletên bira bi hev ve girê dide, serbilind e ku ew jî li ser bingeha hevgirtin û biratiyê hatiye avakirin, her wiha welatê wî rola Misirê ya aktîf a bi armanca parastina ewlehiyê li wir û ya herêma ereb bi giştî pîroz dibîne."

Berdevkê fermî diyar kir ku di hevpeyvînê de behsa rewşa siyasî ya Lubnanê û rêbazên xurtkirina hevkariya dualî ya di navbera her du welatan de hate kirin, her wiha geşedanên girîngtirîn rewşên herêmî jî hatin nîqaşkirin.

(eh)