Dê Rûsya û Amerîka nîqaşekê li ser aramiya stratejî li dar bixin

Çavkaniyên ji rûsî eşkere kir ku dê diyaloga rûsî-amerîkî têkildarî aramiya stratejî di hefteya bê de li dar keve.

Dê Rûsya û Amerîka nîqaşekê li ser aramiya stratejî li dar bixin
14 tîrmeh, 2021   13:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Tass a rûsî, çavkaniyên ji şandeya rûsî ya beşdarî civîna meclisa wezîrên karên derve yên dewletên endam ên rêxistina Shanghai bûne ragihand ku dê di hefteya bê de diyaloga rûsî-amerîkî têkildarî aramiya stratejî li dar keve.

Çavkaniyan da zanîn ku Moskov alîgiriya nîqaşkirina li ser tevahî cureyên çekan dike ku bandorê li aramiya stratejî dikin, jê jî nukleer, ne nukleer, çekên êrişê û parastinê. Ji ber bandora wan li ewlehî û aramiya stratejî ya cîhanê heye.

Her wiha Pûtîn û Biden di 16’ê Hezîrana borî li Cinêvê de ku yekemîn civîn di navbera serokên her du dewletan de ye û yekemîn lûtkeya rûsî-amerîkî ji 2018’an ve ye, nîqaş kirin.

Piştî lûtkeyê her du serokan bi daxuyaniyeke hevbeş gotin ew ê li ser aramiya stratejî diyalogekê li dar bixin, li kêlek wê jî Rûsya û DYA’yê dê nîqaşên li ser ewlehiyê sîberê, pevguhertina girtiyan û çavdêrkirina çekan pêk bînin.

(fr)