‛Berxwedana 14’ê Tîrmehê deriyê serkeftina li dijî zilmê ye’

Endamê rêveber ê PYD’ê li Şedadê Mihêdî El-Dixêm got "Berxwedana 14’ê Tîrmehê deriyê serkeftina li dijî zilm, destpotî û koletiyê ye û şoreşa gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê vîna xwe ji vê berxwedanê wergirt."

‛Berxwedana 14’ê Tîrmehê deriyê serkeftina li dijî zilmê ye’
14 tîrmeh, 2021   14:16
HESEKÊ

Li hola Azadî ya Meclisa Navçeya Şedadê, bi boneya salvegera 39’an a Berxwedana Tîrmehê li zindana Amedê ya Bakurê Kurdistanê civînek li dar ket, di civînê de şêniyên navçeya Şedadê şehîdên berxwedana zindanan bi bîr anî.

/ar/uploads/files/2021/07/14/132309_mhydy-aldghym7e1.webp

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre endamê rêveber ê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mihêdî El-Dixêm axivî û wiha got: "Dewleta Tirk hîna hewl dide berjewendiyên mezinên xwe yên Osmanî yên dagirkirina herêman û kolekirina gelên têkoşer û azadîxwaz pêk bîne."

El-Dixêm da zanîn Berxwedana 14’ê Tîrmehê ya li zindana Amedê û gireva birçîbûnê derbeyeke mezin li dijî dewleta Tirk bû û ji bo gelên têkoşer peyamek bû ku ew ê li hember siyasetên dijminane bê tevger nemînin.

El-Dixêm diyar kir ku berxwedana girtîgehan deriyê serkeftin, pêkanîna azadî û demokrasiyê bû û bi şehadeta wan berxwedêrên berxwedana zindanan bi hezaran ji gelê Kurd li hember siyasetên dewleta Tirk a faşîst sekinîn.

El-Dixêm destnîşan kir ku şoreşa gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê vîna xwe ji berxwedana 14’ê Tîrmehê wergirt, her wiha pêkhateyên herêmê li hember tevahî êriş û siyasetên derbekirina destkeftiyan sekinîn.

El-Dixêm eşkere kir ku bêdengiya dewletan û civaka navneteweyî li ser sûcên dewleta Tirk û redkirina vekirina dergehê mirovî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîşaneya ku şirîkên dewleta Tirk in.

Civîn bi diruşmên silavkirina şehîdan bi dawî bû.

(fr)

ANHA